10:02 24 Nîsan 2018
    Serokê Katalonyayê Carles Puigdemont

    Ji bo Serokê Katalanî pênaseya "serokê mişextî"

    © REUTERS / Albert Gea
    Nûçe
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokê Herêma Xwesera a Katalonyayê ku ji wezîfê hatibû bi dûrxsitin Carlos Pûîgdemont, di malpera nû ya xwe ya înternetê de wekî "serokê mişextî" tê pênasekirin.

    Carlos Pûîgdemont ku yek ji pêşêngên ragihandina serxebûna Katalonyayê ye, li ser hesabê xwe yê twitterê di beşa biyografiyê de navnîşana malpera xwe ya "president.exili.eu" zêdekir. Di rûpela nû yê serokê Katalanî ku hikûmeta Îspanya dawî li wezîfeya wî anîbû de pênaseya "serok" hatiye parastin.

    Li Barcelonayê di referandûma ku di 27ê Cotmehê de pêkhatibû de piştî ku biryara serxwebûnê derket, Madrîdê lijneya 14 endamî ya Katalonyayê feshkiribû. Hikûmeta Îspanya websiteya rêveberiya herêmî jî asteng kiribû. Pûîgdemont piştî biryara fesihkirinê bi hinek endamên lijneyê re derbasî Belçîkayê bibû. Serokê Katalanî li vir di daxuyaniya xwe ya ewil de gotibû ewê têkoşîna serxwebûna Katalonyayê berdewam bike.

    Pûîgdemont bi serhildan, navtêdan û bikaranîna xerab a dahatên gelheyê tê tawanbarkirin. Li gor qanûnên Îspanya mimkûne ku Pûîgdemont dehan sal ceza bigre. Hakimê ku li Madrîdê dozê dişopîne ji bo ku roja pêncşemê Pûîgdemont were îfade bide ew vexwende dadgehê. Heke Pûîgdemont neçe dadgehê heye ku roja Înê ji bo wî biryara girtinê were dayin.

    Bi heman mijarî:

    Îspanyayê ragihandina serxwebûna Katalonya betal kir
    Iraq: Dê serxwebûna Katalonya Qralîyeta Îspanyayê bixe metirsiyê û demokrasiyê têk bibe
    Rêveberiya Katalonya dane cîgira serokwezîrê Îspanyayê
    Katalonya dev ji hilbijartina pêşwext berda
    Serokwezîrê Spanya Rajoy: Em ê sibe bergiriyên li ser Katalonya aşkere bikin
    Katalonya: Ji bo gotûbêjên bi Spanyayê re dem lazim e
    Etîketan:
    rêveberî, biryar, Dadgeh, Carlos Pûîgdemont, Îspanya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de