12:53 17 Kanûn 2017
Zindî
    Mesûd Barzanî

    Barzanî: Bexda şer bixwaze em dê bi her awayî xwe biparêzin

    © AFP 2017/
    Nûçe
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ragihand, Herêma Kurdistanê rêya diyalogê hildibijêre lê eger Bexda zimanê şer, tehdîd û şikandina rûmeta gel bidomîne dê gelê Kurdistanê û Hêzên Pêşmerge bi hemû hêzên xwe parastina xwe bikin.

    Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî îro li Selaheddînê bi balyozê Almanyayê Sîrîl Nan û balyozê Fransayê li Iraqê Bruno Obert re civiya. Li gorî daxûyaniya malpera serokatiya Herêma Kurdistanê, di hevdîtinê de rewşa siyasî û berevanî ya Iraq û Kurdistanê û her wiha guherînên dawî û êrîşên Heşda Şebî û hêzên Iraqî yên li ser Kurdistanê hatine nirxandin. Herwiha balyozên herdu welatan bal kişandine ser girîngiya Herêma Kurdistanê û diyar kirin, ku ew ji nêz ve çavdêriya rewşê û hemû danûstandinên di navbera Hewlêr û Bexdayê dikin, hêviya guftûgo û muzakaereyan anîne ziman.

    Serok Herêma Kurdistanê Barzanî daxuyakirin: "Em ne ligel xwînrijandinê ne, lê di çend rojên derbasbûyî de pêşrewî û niyeta xirab a hikûmeta Iraqê wiha kir, ku pêşmerge berevaniyê bike û şer bike."

    Bi heman mijarî:

    Amerîka: Barzanî kesayeteke dîrokî ye
    Siyasetvan û çavdêran siyasî destjikarberdana Barzanî û rewşa herêmê nirxandin
    ‘Armanca îstîfaya Barzanî ew bû ku yekîtiya kurdan dewam bike'
    Mesûd Barzanî: Baweriya Bexdayê bi federaliyê jî tuneye
    Nameya Barzanî ji bo Parlamentoya Kurdistanê
    Murad Ciwan: Divê Barzanî heta avakirina parlamentoya damezirîner serok bimîne
    Barzanî li ser peywira xwe nameyek şand parlamentoyê
    Barzanî bi Tillerson re hevdîtin pêk anî
    Etîketan:
    dîpomasi, cîvîn, daxuaynî, Mesûd Barzanî, Fransa, Almanya, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de