22:49 12 Kanûn 2017
Zindî
    ferhat encu

    Parlamenterê HDPyî nebirin nexweşxanê

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Nûçe
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hat ragihandin ku parlamenterê HDP yê Şirnexê Ferhat Encu di hepsê de nexweşketiye û ji ber ku qebûl nekiriye wî kelemçe bikin, ew nebirine nexweşxaneyê.

    Parlamentera HDP ya Şirnexê Aycan Irmez li ser bûyera nexweşketina li hepsê ya Ferhat Encu ku di encamê de rêveberiya hepsê xwestiye wî kelemçe bikin û bibin nexweşxaneyê anî rojeva Meclîsa Tirkiyeyê. Irmez ji bo serokwezîrê Tirkiyê Binali Yildirim bibersivîne pêşniyaznameyek pirsî da.

    Hat ragihandin ku Encu di heman mijarê de daxwaznameyek ji serokê meclîsa Tirkiyê Ismail Kahraman re şandiye û di bersiva daxwaznameyê de hatiye nivîsîn ku: "Parlamenterên ku nûnerên miletê me yê ezîz û îradeya wî, divê serweriya hiqûqê û dewleta hiqûqê, qanûna û demokrasiyê bi temamî bipejîrînin û bi feraseta, yek ali yek welat û yek dewlet, welatê me bi pêşvetir ve bibin." Herwiha di bersivê de nivîsiye ku ew serî li wezarêtên Dadê û Wezareta Karên Navxweyî bike. Piştî van agahdariya Irmez ji serokwezîr Binali Yildirim bersiv bide çend pirs kirin.

     

    Bi heman mijarî:

    Dîmenên dema girtina Ferhat Encu derketin holê
    Parlamenterê HDPê Ferhat Encu hat desteserkirin
    Parlamenterê HDPê Ferhat Encu hat tehliyekirin
    Ferhat Encu: Divê ji bo Roboskiyê komisyona lêpirsînê jî li meclîsê vebe
    Birayê Ferhat Encu hate binçavkirin!
    Ferhat Encu: Birîndarên li Cizîrê yek bi yek dimirin!
    TAYBET- Parlamenterê HDPê Ferhat Encu: 'Kuştî û birîndar hene'
    Etîketan:
    feraset, nexweşketin, parlamenter, Ferhat Encu, Aycan Irmez, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de