20:09 11 Kanûn 2017
Zindî
    Deriyê sînor ê Kurdistanê

    Şandeya Iraqê û Herêma Kurdistanê bi çavderiya Amerîkayê li Pêşxabûrê civiyan

    © REUTERS/ Azad Lashkari
    Nûçe
    Lînkê kurt
    0 01

    Hat ragihandin ku şandeyeke serbazî ya Hikûmeta Iraqê ji bo encamdana civînekê li gel fermandarên pêşmerge gihişt sînorê Pêşxabûrê, ku dikeve navbera Herêma Kurdistanê û Rojava.

    Di nava çend rojên dawî de ev cara sêyemîne ku di navbera fermandarên pêşmerge û berpirsên serbazî yên hikûmeta Iraqê tên kirin hevdîtin tên li darxistin. Berî niha, Parêzgarê Duhokê Ferhad Etrûşî ragihandibû ku deriyê Pêşxabûrê di destê hikûmeta Herêma Kurdistanê de ye û hewla radestkirina wê ji bo hikûmeta Iraqê tiştekî dûrî rastiyê ye.

    Ji hêla din ve îro li Herêma Kurdistanê şandên leşkerî yên Herêma Kurdistanê û Bexdayê bi çavdêriya Amerîkayê civîna xwe sêyemîn lidardixin. Çavkaniyekî ji mijarê haydar di nava civînê de ji Rûdawê re ragihandiye ku civîna îro li Herêma Kurdistanê pêkhatiye lê hê jî peymana dawiyê nehatiye kirin û herdu alî ji bo peymanê nêzîk bûne û gelek xalên wan yên hevbeş hene.

    Li gorî daxuyaniya wî jêderî pêşniyaz hatiye kirin ku ji bo birêvebirina deriyê sînor yê Pêşxabûrê rêbaza hevbeşiyê were bikaranîn ku rêveberiya derî di navbera hêzên sînorî yên hikûmeta Iraqê û Pêşmerge û hêzeke Amerîkî de were birêve birin.

     

    Bi heman mijarî:

    Ebadî: Divê deriyên sînor ê Tirkiyeyê ku petrol derbas dibe werin kontrolkirin
    Deriyên sînor ê Başmax û Perwêzxan hatin vekirin
    Îran: Me deriyên sînor li ser Herêma Kurdistanê negirtine
    Îranê deriyên xwe yên sînor li Herêma Kurdistanê girtin
    ‘Îranê deriyên sînor bi rûyê Herêma Kurdistanê de negirtine’
    Îranê deriyên sînor bo Herêma Kurdistanê girtin
    Bexdayê ji Hewlêrê daxwaz kir ku balafirxane û deriyên sînor teslîm bike
    Etîketan:
    Fermandar, xal, Peyman, Rûdaw, Ferhad Etrûşî, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de