07:48 12 Kanûn 2017
Zindî
    Afganistan- Taliban-saldırı

    Li hember qereqol û xala kontrolê ya polîsan êrîşa bombeyî

    © REUTERS/
    Nûçe
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Milîtanên Talîbanê li navçeya Arganbad a bi ser wilayeta Zabul a Afganistanê ve êrîşî qereqola polîsan kirin. Di encama êrîşê de 6 polîsan jiyana xwe ji dest dan. Herwiha li Hanabad a bi ser Kûndûzê ve jî êrîş li hember xala kontrolê pêkhat û 13 polîsan jiyana xwe ji dest dan.

    Hat ragihandin erkdarên ewlekariyê diyarkirine ku di encama êrîşê de 6 olîsan jiyana xwe ji dest daye û 3 jê jî birîndar bûne. Di pevçûna piştî êrîşê de de jî 8 milîtan hatine kuştin û 12 jê birîndar bûne.

    Herwiha li navçeya Hanabad a bi ser wîlayeta Kûndûz a Afganîstanê ve, nîvê şevê saet di 03:00 de li dijî xaleke kontrolê ya polîsan êrîş hate kirin.
    Li gorî daxuyaniya rayedarên Afgan, ji ber êrîşê 13 polîs mirin e, polîsek jî birîndar bûye. Hat ragihandin ku ev êrîş jî ji aliyê Talîbanê ve hatiye kirin.

     

    Bi heman mijarî:

    Talîban êrişî qereqolekê kir: 16 polêsî jiyana xwe ji dest da
    Talîban û DAIŞê li dijî hev şer îlan kirin
    Afxanistan: Bajarê Kûndûzê ji Talîban hate paqijkirin
    Talîban li Afxanîstanê êrişî cerdevanan kir: 27 kes mirin
    Talîban li pey kuştina polês û leşkerên Afxanan e
    Îran: 'Em destekê nadin Talîban'
    Etîketan:
    jiyana xwe ji destdan, êrîşa bombeyî, ragihandin, Zabul, Afganistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de