04:30 16 Kanûn 2017
Zindî
    fransa-ala fransa

    Dîplomatê Frensî: Li Herêma Kurdistanê serdema Barzanî û Talabanî qediya

    © REUTERS/ Benoit Tessier
    Nûçe
    Lînkê kurt
    0 11

    Balyozê Fransayê yê berê li Hewlêrê Frederic Tissot ji Nalan Koçak a nûçegîhana Haberturkê re axifî û got, ji destkirina Kerkûkê trajediya herî mezin a di dîroka kurdan de ye û ya xerabtir jî paşve stendina wê mimkûn xuya nake.

    Frederic Tissot, yê di navbera salên 2008 û 2012an de balyozê Fransayê yê li Hewlêrê ku tekiliyên wî ji berê ve bi kurdan re hene bersiva gelek pirsan da û diyarkir ku, cîhana rojava berê serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî dane rêyeke xelet û got ku ew jî di nav wan kesan de bû. Tissot da zanîn ku xeletiya Barzanî ew bû ku bi Amerîkayê re peymaneke nivîskî çênekir û weha berdewam kir: "Bifikirin, li herêmê gelek hêz hene, milîs, pêşmerge, artêş. Hemû jî xwedî çekên Amerîka û seyareyên zirxpoş yên Amerîkayê ne. Baş e hêzên koalîsyonê û Amerîka û Fransayê li kû ne? Amerîka qaşo hem dostê Hewlêr hem jî dostê Bexdayê ye. bifikirin, pêşmerge hewl bida êrîşî Bexdayê bikira, dê Amerîkayê bigota " tikaye nekin." Lê niha vê yekê dibêje.

    Tissot destnîşankir ku wî bihîstiye li Amerikayê hinek senator dibêjin " êdî bes e, divê artêşa Amerîkayê mudaxilî vê rewşê bibe."

    Herwiha Tissot diyar kir ku; li herêma Kurdistanê serdema Talabanî û Barzanî qediya û weha berdewam kir: "Belê serdema wan ji aliyê siyasetê ve qediya. Lê divê gel biryara vê bide. Piştî 8 mehan hilbijartin heye."

    Tissot li ser pirsa ku îro tu bûya te yê çi pêşniyarî Barzanî bikira jî weha bersiv da: "Emperyalîst gelek caran ji we re dibêjin "Naxêr bisekine. Tu sibe bikî dê baştir be kurê xoşewîst, tu hîn pir piçûkî." Pêşniyara min ev bû: "Naxêr, ev xelete. Û ger em li encama binerin pêşniyara min xelet bû. Lê dîsa jî nikarim bêjim ku bi temamî xelet bû. Lewra ez di pêşeroja Suriye û Iraqê de aramiyê nabînim. Wê civaka navneteweyî kengî li ser masê rûne û hewl bide ku aştîyê pêkbîne? Divê wê çaxê jî kurd li ser maseyê cî bigrin.

    Bi heman mijarî:

    Fransa bang li Hikûmeta Iraqê dike ku mafên yasayî yên kurdan re pabend be
    Aktîvîstên frensî: Bila Fransa alîkariya Kurdistanê bike
    ‘Fransa di mijara referandûmê de xwe li pişt Amerîkayê vedişêre’
    Fransa: Ne dema serxwebûnê ye lê bila Iraq xweseriya kurdan berfireh bike
    Fransa daxwaza xwe ya Herêma Kurdistanê eşkere kir
    Macron: Fransa bi taybet ne li dijî serxwebûna Kurdan e
    Etîketan:
    serdem, emperyalîst, herêma kurdistanê, Frederic Tissot, Herêma Kurdistane, Fransa
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de