23:25 19 Hezîran 2018
Nûnerê Taybet ê Serokatiya Rûsyayê Aleksandr Lavrentyev

Rûsya: Em hêvî dikin Tirkiye li Idlîbê rewşeke bi îstîkrar pêkbîne

© AP Photo / Sergey Grits
Nûçe
Lînkê kurt
0 0 0

Nûnerê Taybet ê Suriyê yê Serokatiye Dewleta Rûsya Aleksandr Lavrentyev, diyar kir ku herêma kêmkirina rakêşiyan a li Idlîb a bajarê Suriyê îhtîmal heye ku êrîş ji aliyê terorîstan ve pêkwerin û em hûvî dikin ku Tirkiye vê îstîkrarê li wir pêkwerîne.

Lavrentyev ê ku ji Russia Today (RT) û televizyona Rossiya-24 re axifî da zanîn ku: "Biryara sazkirina herêma kêmkirina rakêşiyê a li Idlibê biryareke giring bû. Bi saya vê rewşa li qadê me gihande asteke bi îstîkrar. Helbet hinek zehmetiyên ji ber çalakiyên provakatîf yên hin koman hene. Em hewl didin ku van astengiyan heya ji destê me te ji holê rakin.

Lavrentyev aşkere kir ku xalên raçavî û kontrolê yên ku li herêmên kêmkirina rakêşiyan hatine damezrandin bi awayekî baş dixebitin û û weha berdewam kir: "Li herêma kêmkirina rakêşiyan a li Idlîbê ku hem pîşedaşên me yên Tirk, hîn bi temamî xalên kontrolê lê nedanîne hinek zehmetî hene. Ji ber vê jî rakêşiya li herêmê hîn jî pir zêde ye û wekî berê dîsa ihtîmala êrîşeke ji aliyê komên tundrew berdewam dike. Lê belê em ji partnerên xwe yên tirk hêvî dikin li herêma kêmkirina rakêşiyan a li Idlîbê, berpirsiyariyên xwe werînin cih û rewşê bighîn asteke bi istîkrar."

 

Bi heman mijarî:

Esad li Şamê li gel Lavrentyev, nûnerê taybet ê Pûtîn civiya
Lavrentyev: Li Astanayê peymana herêmên kêmkirina rageşîyê nehat îmzekirin
Lavrentyev: Dê balafirên Sûriyeyê li ser herêmên bê şer nefirin
Lavrentyev: Em hêvî dikin Tirkiye di qonaxa bê de li ser asteke bilindtir were temsîlkirin
Lavrentyev: Reşnivîsa destûra ku pisporên rûsî amade kirine me radestî muxalifên sûrî kir
Etîketan:
astengî, Idlîb, herêmên kêmkirina rakêşiyan, Rossiya-24, Russia Today, Aleksandr Lavrentyev, Suriye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de