21:55 19 Nîsan 2018
    Nûçe

    Li Amerîkayê polîsan saetekê dane pey dizê otomobîlan yê 10 salî

    Nûçe
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li eyaleta Ohîo ya Amerîkayê zarokekî 10 salî otomobîla dergistiyê diya xwe dizî. Li ser vê yekê polîsan dane pey dizê 10 salî û pîştî birêyeke ku saetekê dom kir, ew girtin.

    Malpera nûçeyan a Cleveland.com ragihand ku li eyaleta Ohîo ya Amerîkayê zarokekî 10 salî otomobîla dergistiyê diya xwe dizî û polîsan saetekêpiştî şopandina saetekê ew girtin. Di vîdeoya ku ji alîyê polîsan ve di dema şopandina hatiye keşan li Youtube hatiye barkirin de tê dîtin ku 5 otomobîlên polîsan didin pey zarokê diz.

    Zarokê ku nexwest di ser xefka ku polîsan daniye ser rê re derbas bibe ji rê derdikeve û dixwaze xw eji polîsan xelas bike, lê dema ku dîsa derdikeve ser rê ji ber ku polîsan rê lê girtiye tê girtin. Tê dîtin ku polîs zarok bi zorê ji erebeya camê derdixin derve.

    Dizê 10 salî gotiye ji ber ku ez aciz dibûm min otomobîl revandiye. Hat ragihandin ku zarok di nava hefteyekê de ev du caran otomobîlê ji malbata xwe didize.

     

    Bi heman mijarî:

    Patenvana rûsî bû ‘Şervana Hîvê' û dilê japonan dizî
    Serokê Goranê bi awayekî dizî bi heyeteke Îranê re hevdîtin pek anî
    Demirtaş: Birêveberiya AKPê û ya Esadî bi dizî dicivin
    Du zarokên ku non dizî kirin bi awayeke hovane hatin kutandin
    Salih Muslim û Stephan De Mistura hevdîtinekî bi dizî pêk anîne
    ‘PKK ji bo rawestandina şer bi dizî ligel Amerîka hevdîtinan dike’
    Etîketan:
    otomobîl, diz, Zarok, cleveland.com, Amerîka, Ohîo
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de