20:43 23 Nîsan 2018
    Katalonya

    Rêveberiya Katalonya dane cîgira serokwezîrê Îspanyayê

    © AFP 2018 / Josep Lago
    Nûçe
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Îspanya qanûna 155. ku rêveberiya herêmeke xweser dewrî hikûmeta navendî dike xiste meriyetê û li ser Katalonyayê bergiriyên rewşa awarte dane sepandin. Di daxuyanîya nîvê şevê ya hikûmeta navendî de Soraya Sáenz de Santamaría ya cîgira serokwezîrê Îspanya Marîano Rajoy, wekî berpirsa rêveberiya Xweser a Katalonya hat destnîşankirin.

    Piştî vê biryarê Carlos Pûîgdemont ê serokê reveberiya Xweser a Katalonyayê ji wezîfeyê hate bi dûrxistin û erkên wî dewrî hikûmeta navendî kirin. Astên din yên rêveberiya Katalonya yê jî dê ji aliyê wezîrên hikûmeta navendî ve werin birêvebirin.

    Wezîrê Karên Navxweyî yê Îspanya Jûan Îgnacîo Zoîdo jî serokê Mossos d'Esquadra hêza polîsî yên Katalonyayê Josep Lluis Trapero ji wezîfeyê bi dûrxist. Ji aliyê din ve hat ragihandin ku dozgerên Îspanyayî xwe amade dikin ku rêveberên Katalonyayî bi "serhildanê" tawanbar bikin.
    Doh Hikûmeta Katalonya serxwebûna Herêma Xweser ragihandibû, Senatoya Îspanya jî piştî vê biryarê ne bi gelekî qanûna ku Katalonya ji aliyê Madrîdê ve were birêvevbirin erê kiribû. Serokwezîrê Îspanya Marîano Rajoy, piştî civîna wezîran a êvarî ragihandibû ku wan Hikûmeta Katalonya ji wezîfeyê bi dûr xistiye û parlamena Katalonya feshkirine

    Bi heman mijarî:

    Katalonya dev ji hilbijartina pêşwext berda
    Serokwezîrê Spanya Rajoy: Em ê sibe bergiriyên li ser Katalonya aşkere bikin
    Katalonya: Ji bo gotûbêjên bi Spanyayê re dem lazim e
    Katalonya: 10ê Cotmehê em serxwebûna xwe îlan dikin
    Katalonya 10 nûnertiyên din vedike
    KATALONYA - Serokê serxwebûnxwaz sonda Spanyayê nexwend
    Etîketan:
    rêveberî, Katalonya, Xweserî, Marîano Rajoy, Carlos Pûîgdemont, Îspanya, Katalonya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de