03:40 14 Kanûn 2017
Zindî
    RT Russia Today

    "Fişarên li ser RT û Sputnikê nayên qebûl kirin"

    © Sputnik/ Mikhail Voskresenskiy
    Nûçe
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Piştî fişarên Amerîkayê ya li ser Sputnik û RTyê û herî dawî jî qedexeya bi fermana FBIyê a li ser twittirê ya ji bo reklaman, siyasetmedar û pisporan piştgirî dane Sputnikê. Kesên daxuyanî dane Sputnikê ragihandin ku binpêkirinên li ser azadiya çapemeniyê nayên qebûlkirin.

    Amerîkaya ku nêviyê gelê wê ji çapemeniya wê ya bingehîn bawer nake, rastî binpêkirineke nû ya azadiya çapemeniyê hat. Twitterê ragihand ku ji hemû hesabên Rusia Today (RT) û Sputnikê reklamên ku tên wê jê bibe. Di daxuyaniya Twittere de hat da nîşan ku: "Ev biryar, li gor xebata me ya berfireh a li ser hilbijartinên Amerîkayê yên sala 2016an û li ser encamên ku îstîxbarata Amerîkayê bidestxistine ku RT û Sputnikê li ser navê Rûsya destwerdan di hilbijartinên Amerîkayê de kirine hatiye stendin."
    Li ser vê yekê pispor û û siyasetmedarê Tirkiyê jî piştgiriya xwe ji bo RT û Sputnikê ragihandin. Parlamenterê Stenbolê yê Partiya Komara Gel Bariş Yarkadaş piştgiriya xwe ji bo RT û Sputnikê ragihandin û diyar kir ku astengkirinên ku ji ber lêpirsina FBIyê kirî bi tu awayî nayên qebûl kirin.

    "DIVÊ SEPANÊN KÊFÎ YÊN LI HEMBER SPUTNIKÊ YEKSER BI DAWÎ BIBIN"

    Yarkadaş da zanin ku:"Derbarê Sputnikê biryareke ku dadgehê daye tuneye. FBI li gor çi û xwe dispêre çi û bi vê astengiyê derdixe û çawa dikare mafê civakê yê agahîstendinê asteng bike.? Navê vê yekê astengkirina îfadekirina hizr û ramanê ye û qedexe danîne li ser mafê agahî stendina gel e. Divê berî bi kêliyekê rayedarên berpirs yên Amerîkayê derbarê mijarê de daxuyaniyeke befireh bikin û li hember vê helwesta sansûrê bertekê nîşan bidin. Helbet ev bertek jî tenê bi rakirina vê sansûrê dikare watedar be."

    "BIRYAR LI DIJÎ BIRYARÊN TWITTERE BI XWE YE"

    Derbarê mijarê de Hiqûqnasê Enformasyonê Gokhan Ahi jî diyar kir ku Twitter bi vê biryarê di qada ifadekirina hizrî de êdî ne cihê baweriyê ye. Ahî diyarkir ku du kêşeyên biryara Twitterê hene. Ya ewil ewe ku ev biryar bêyî xwe bispêrin biryareke dadgehê û hukmekî qanûne stendine ku ev jî li gor makezagona Amerîkayê ku Twitterê jî girêdide sûce. Ya duyem jî ewe ku, ev biryar li dijî biryarên Twitterê bixwe ye.

    BIRYAR DÊ ÇI ENCAMAN BI XWE RE BÎNE?

    Piştî daxuyaniya Twitterê Serokê Komeleya Veguherîna Dijîtal a Tirkiye yê û endamê perwerdehiyê yê zanîngeha Kadir Has Ismail Hakki Polat diyarkir ku heye Amerîka ne tenê ji bo reklamê jî astengiyan derxe dibe ku gavên pêştir ve jî biavêje. Polat diyar kir ku: " Ev dibe ku idîayeke spekulatîf be jî. Lê îhtîmale ewe bê polîtikaya weşanê ya Sputnik û RTyê çi qasî polîtikayên Amerîkayê re lihev dike ye. her çi qasî pêwist be em li benda geşedanan bimînin jî ihtîmal heye ku rakeşiya di navbera Amerîka û Rûsya de zêdetir jî bibe."

    Bi heman mijarî:

    Îro 60. Salvegara Peyka Sputnik 1ê ye
    Navenda partiya Macron akredîtasyon neda Sputnik û RTê
    Wêneyên herî dawî yên Sûrê cara yekemîn Sputnik Kurdistanê parve kir
    Sputnik dîmenên tetbîqata yekîneya xwebexşên ku beşdarî Artêşa Sûriyeyê bûne kişand
    'FBIyê Sputnik û RT dan ber lêkolînê'
    Sputnik dîmenên bajarê Palmîrayê ku ji DAIŞê hat rizgarkirin kişand
    Sputnik, bi sertîfîkaya UNESCOyê hate xelatkirin
    Sputnik gihîşt pêşnûmeya destûra bingehîn a ku Rûsyayê amade kiriye
    Etîketan:
    Twitter, Daxuyanî, Amerîka, Ismail Hakkı Polat, Bariş Yarkadaş, Gokhan Ahi, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de