05:20 11 Kanûn 2017
Zindî
    Karwana Hêzên Pêşmerge li ser rêya Kerkûk - Pirdê

    Babekir: Herêma Kurdistanê ji %30ên welatê xwe ji dest kirin

    © REUTERS/ Azad Lashkari
    Nûçe
    Lînkê kurt
    0 01

    Nûnerê Partiya Demokaratîk a Kurdistanê (PDK) yê li Rûsyayê Hoşevî Babekir aşkere kir ku; pêvçûnên di navbera artêşa Iraqê, Haşdî Şabî û Pêşmerge de li hemû xetê eniyan berdewam dike û Herêma Kurdistanê ji %30ên axên xwe ji destkirin.

    Babekirê ku ji RIA Novostî re axifî got: "Pevçûn niha berdewam in. Hema bêje li hemû xetên eniyên pevçûn berdewam in. Encamê dê bibe çi nizanim. Di dema pevçûnan de tanqeke Abrams ku li amerîka tê hilberîn hat têkşikandin. Ev tanqa duyem ku tê tekşikan. Gelek trembelên zirxpoş û cîpên Hummer hatine têkşikandin. Artêşa Iraqê wekî din pêşketineke nîşan nedaye.

    "AXÊN KU JI DAIŞê HATIBÛN BIDESTXISTIN JI DEST ÇÛN"

    Babekir diyar kir ku di encama êrîşên artêşa Iraqê û Haşdî Şabî de, Herêma Kurdistanê ji % 30ê axên ku di dema referandûma serxwebûnê de di destê wan de bûn, ji destkirin. Babekir anî ziman ku ev ax ji DAIŞê hatibûn bidestxistin.

    "ÎRAN RASTERAST ALÎKARIYA BEXDAYÊ DIKE"

    Herwiha Babekir da zanîn ku, Îran rasterast alîkariya Bexdayê dike. Babekir destnîşankir ku, di enîya şerî de şêwirmendên Îranî û milîsên Hîzbûlahê hene û weha pêde çû: "Îran heman helwestê li Suriyê jî bi piştgiriya Esad nîşan dide.

    Bi heman mijarî:

    Westa Resûl: Êrîşa Kerkûkê ji aliyê Iraq, Îran û Tirkiyê ve bi çavdêriya Amerîkayê pêk hat
    Şêx Cafer: Bafil xayîn e, Îran û Tirkiyê rê ji Iraqê re vekir
    CIA: Qasim Suleymanî çûye Kerkûkê, Îran dixwaze zextan bike
    Pisporekî rûsî: Îran bi operaysona Kerkûkê çend çûk bi hev re xistin
    ‘Îran: Daxwaz were kirin em ê deriyê sînor vekin'
    Îran: Ti rola Pasdarên Şoreşê di bûyerên Kerkûkê de tine bû
    'YNK, Îran û Iraqê li ser radestkirina sengeran li hev kiriye'
    Etîketan:
    Pevçûn, hizbûlah, ax, Hoşevî Babekir, Herêma Kurdistane, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de