23:47 13 Kanûn 2017
Zindî
    KCD

    KCDê bo girtina PDK-Tê daxuyanî da: Navê Kurdistan rastîyeke

    © Wikipedia
    Nûçe
    Lînkê kurt
    Sertaç Kayar
    0 40

    Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), girtina Partiya Demokrat a Kurdistan-Tirkîye (PDK-T) şermezar kir û ragihand ku, "Têgeha Kurdistanê wekî rastiyekê ji hêla gelê kurd, hemû Rojhilata Navîn û civaka dinyayê ve rewa tê dîtin û her tim wisa tê bibîranîn."

    Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) di mijara girtina Partiya Demokrat a Kurdistan-Tirkîye (PDK-T) daxuyaniyeke nivîskî belav kir. KCDê di daxuyanîya xwe de bibîranî ku Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind, ji ber peyva "Kurdistan" a di navê partiyê de derbas dibe bi daxwaza girtinê angaştnameyek di sala 2014an de amade kir û angaştname pêşkêşî Dadgeha Makezagonê kir û hat qebûlkirin. KCDê got "Qebûlkirina angaştnameyê derveyî hiqûqa gerdûnî, mafên mirovan û demokrasiyê ye û ev yek rê li ber metirsiyê vedike. Ji ber peyva Kurdistan, girtina partiyeke siyasî bi tu awayî nayê qebûlkirin."

    ‘KURDİSTAN RASTİYEKE'

    Daxuyanîya KCDê wiha berdewam dike "Têgeha Kurdistanê wekî rastiyekê ji hêla gelê kurd, hemû Rojhilata Navîn û civaka dinyayê ve rewa tê dîtin û her tim wisa tê bibîranîn. Di vir de pêşdarazî û hewldana neyartiyê ya li hemberî nirx û hebûn a gelê kurd û Kurdistanê heye. Makekanûna 1921'an, girtekên civînên TBMM'ê, girtekên hevdîtinên navneteweyî, arşîvên dîrokî û belge, her wiha di axaftin û nivîsandinên di navbera rayedarên dewletê û rûsipiyan û hwd. de têgeha Kurdistanê di nava jiyana civak û siyaseta Tirkiyeyê de wekî rastiyekê piştrast dike. Rastiyek heye ku ew jî ev e; bi biryara dadgehê nikarin rastiya civakî û dîrokê biguherînin. Ev yek bi awayekî zanistî hatiye piştrastkirin. Em wekî Kongreya Civaka Demokratîk vê nêzîkatî û hişmediyê şermezar dikin.

    Bi heman mijarî:

    Li Amedê gelek endamên KCD û DBPê hatin binaçavkirin
    KCD, DBP, KJA HDP: Êriş li dijî destkeftiyên hemû kurda û hêzên koalisyonê ye
    KCD, DBP, TJA û HDPê bang li Serokê Herêma Kurdistanê kirin
    KCD: Partî û hêzên Kurdistanê divê xwedî li destkeftiyên gelê êzidî derkevin
    KCD: Roboskî bû sedema komkujiyên nû
    Hevserokên KCD, HDK û HDPê serdana çalakiya greva birçîbûnê kirin
    KCD: Operasyona Cerablusê li hemberî deskeftinên kurdan e
    Etîketan:
    têgeh, siyasî, Daxuyanî, Sputnik Kurdistan, Amed, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de