05:23 11 Kanûn 2017
Zindî
    Serokê Katalonyayê Carles Puigdemont

    Katalonya dev ji hilbijartina pêşwext berda

    © REUTERS/ Albert Gea
    Nûçe
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokê Rêveberiya Xweser ê Katalonyayê Carles Pûîgdemont, ji ber fişara partiyên siyasî yên alîgirê serxwebûnê û saziyên civaka sivîl dev ji biryara xwe ya hilbijartina pêşwext berde.

    Pûîgdemont ji ber fişara alîgirên serxwebûnê û biryara hikûmeta Îspanya ku biryara qanûna 155. dê bisepîne, doh civîna xwe ya çapemeniyê ya ku 2 caran hatibû taloqkirin de li darxist û diyar kir ku ew dê hilbijartina pêşwext li darnexin.

    "Pûîgdemont da zanîn ku ew ji ber ku "ne adile" li hember qanûna 155. e û Partiya Gel a ku li Îspanyayê iktîdare tawanbar kir ku: "Hewl dide ji rewşa heyî ya Katalonyayê sûde wergire."

    Pûîgdemont anî ziman ku: "Wezîfeya min lêgerîna dîyalog û lihevkirinê ye û ji bo vê ceribandina hemû rêyan e ji bo astengkirina qanûna 155.
    Li Katalonyayê şirîkê piçûk yê partîya Junts pel Sî (Ji bo Erê Yêkîtî) Çepa Komarparêz ya Katalonya (ERC) û partiya "Endamtiya Yekîtiya Gel (CUP) ku ji derve ve piştgiriya dide hikûmetê, wekî tekane bijarteyê ragihandina azadiyê didin nîşandan û dibên di hilbijartineke pêşwext de em ê Pûîgdemont bi tenê bihêlin.

    Ji aliyê din ve hikûmeta Katalonya serî li Dadgeha Bilind da ku sepandina qanûna 155. betalbike ku fesihkirina Hikûmeta Xweser a Katalonya dipê. Herwiha Hikûmeta Katalonya a Xweser di nameya ku ji senatoyê re şandibû de nivîsîbû: "Sepandina qanûna 155. rewşa heyî ya li Katalonyayê dê zehmettir bike û xweseriya sîyasî dê bi temamî ji destê wan bigre."

    Li Îspanya senato îro ji bo dengdana biryara Katalonya civiya.

    Bi heman mijarî:

    Katalonya: Ji bo gotûbêjên bi Spanyayê re dem lazim e
    Katalonya: 10ê Cotmehê em serxwebûna xwe îlan dikin
    ‘Katalonya serxwebûna xwe îlan dike'
    Katalonya 10 nûnertiyên din vedike
    Etîketan:
    Serxwebûna katalonyayê, Referandûm, Serxwebûn, Carlos Pûîgdemont, Îspanya, Katalonya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de