01:35 14 Kanûn 2017
Zindî
    Vladimîr Pûtîn

    Pûtîn 4 moşekên balîstîk pekandin

    © AFP 2017/ Michael Klimentyev
    Nûçe
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Wezareta Berevaniyê Ya Rûsyayê ragihand ku Hêzên Fuzeyên Stratejîk yên Rûsyayê doh tetbîqeteke berfireh li darxistine. Berdevkê Kremlînê Dmîtriy Peskov diyar kir ku Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn di çarçoveya tetbîqatê de 4 moşekên balîstîk pekandine.

    Li gor daxuyaniya Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê, doh hêzên moşekên stratejîk yên artêşê di çarçoveya amadekariya ji bo şerî tetbîqateke ceribandinê li darxistin. Di tetbîqatê de Hezên Moşekên Stratejîk, muretebatên noqavên ku di Fîloya Bakur û Pasîfikê de wezîfedar in û balafirên bombebaranê yên stratejîk û menzildirêj cî girtin.

    Berdevkê Kremlînê Dmîtriye Pesskov, aşkerekir ku, Serokê Rûsya Vladîmîr Pûtîn jî beşdarî tetbîqatê bûye û çar moşekên balîstik pekandin.

    Di çarçoveya tetbîqatê de balafirên Tu-160 Tu-95MS û Tu-22M3, moşekên kruz pekandin armancên li qadên Kûra, Pemboy û Terekta. Noqaveke nukleerî ya bi ser Fîloya Pasîfîkê ve, ji bahra Ohostskê du moşekên balîstîk pekandin armanca li baregeha Çija ya li herêma Arhangelsk. Noqava bi ser Fîloya Bakur ve jî ji bahra Barentsê, moşekeke balîstîk pekande armanceke li qada Kûrayê.

    Ji hêla din ve Hêzên Moşekên Stratejîk yên Rûsyayê jî ji baregeha Plesetsk ya fezayê moşekeke Topol a navbera parzemînan pekande qada ceribandinê ya Kûrayê.

    Bi heman mijarî:

    Pûtîn: Dibe ku jinek bibe seroka Rûsyayê
    Pûtîn: Kesên radîkal û tûndrew azadî bi dest xistine
    Pûtîn biryarnameya li dijî Koreya Bakur îmze kir
    Pûtîn diçe serdana Îranê
    Pûtîn: Dê bi welatên DCSê re veguhastina agahiyên dijî terorê berdewam be
    Pûtîn îmze kir: Rûsya êdî dikare leşkerên biyanî bişîne derveyî welêt
    Etîketan:
    parzemîn, balîstîk, Moşek, Dmîtriy Peskov, Vladîmîr Pûtîn, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de