05:19 11 Kanûn 2017
Zindî
    File Photo: British police officers and ambulance crews

    Li Brîtanya kesekî çekdar gelek kesên din rehîn girtîne

    © REUTERS/ Peter Nicholls
    Nûçe
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hat ragihandin ku li bajarê Nûneaton yê Brîtanyayê kesekî bi çekdar li navendeke şahiyê gelek kes rehîn girtine.

    Bûyer li navendeke lîstika bowlîngê ya li Nûneatonê pêk hatiye û gelek polîs çûne cihê bûyerê.

    Niştecihên bajêr yên li derdorê dîmenên derbarê cihê bûyerên de li ser medyay civakî parvekirin.

    Polîsên Warwickshire daxuyaniyek belavkirin û xwestin ku gel xwe ji cihê bûyerê dûr bigre.

    Şahidên bûyerê diyarkirin ku li navenda şahiyê ya bi navê "Bermûda Park"gelekî zarok hebûn, rayedaran derbarê bûyerê de agahî nedane.

    Ji bo derdora cihê bûyerê gelek tîmên polîsên çekdar û tîmên mudaxaleya lezgîn yên tendurustiyê hatine şandin û li herêmê helîkopter difirin.​
    Etîketan:
    êriş, Brîtanya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de