03:36 14 Kanûn 2017
Zindî
    Goran

    Goran: Bo Kurdistanê projeyeke me heye

    © Foto: Malpera Fermî ya Ragihandina Tevgera Goran
    Nûçe
    Lînkê kurt
    0 11

    Berpirsê Jûra Navçeyên Veqetandi yên Kurdistanê yê Tevgera Goranê Ehmed Ezîz ragihand, ku projeyeke wan a nû ji bo birêvebirina navçeyên Kurdistanê yên li derveyî rêveberiya Herêma Kurdistanê heye.

    Endamê Civata Nîştimanî û Berpirsê Jûra Navçeyên Veqetandî yê Tevgera Goranê, Ehmed Ezîz ji Rûdawê re da xuyakirin, ku ji bo rewşa niha ya ku navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê têre derbas dibin, pirojeyekê nû ya Goranê heye.

    Ehmed Ezîz dibêje, di wê projeyê de wan daxwaz kiriye ku ew navçe li gora benda 140 a Destûrê bi hevbeşî werin birêvebirin, weke niha nabe ku bi tenê hikûmeta Iraqê têde desthilatdar be. Di heman demê de pêwîst e li Bexdayê komîteyeke bê alî were dirûstkirin ji bo texmînkirina zirar û ziyanên vê dawiyê yên şer û divê ew zirar werin tomarkirin.

    Bi heman mijarî:

    Goran û Komeleya Îslamî beşdarbûna parlamentoyê red kirin
    'Goran bê şert û merc piştgiriyê dide referandûmê'
    Mela Bextiyar: Goran razî bûye vegere parlamenê
    PDK, YNK û Goran îro li hev kom dibin
    Goran: Em dixwazin pêşniyarên YNKê werin bicihanîn
    Goran û Komel: Divê referandûm bê paşxistin
    Etîketan:
    daxwaz, Kurdistan, proje, Rûdaw, Ezîz Ehmed, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de