21:59 11 Kanûn 2017
Zindî
    Hevseroka HDPê Serpil kemalbay

    Kemalbay: Bi Ocalan re hevdîtin pêk neyê dê kaos derkeve

    © Sputnik/ Sertaç Kayar
    Nûçe
    Lînkê kurt
    0 20

    Hevseroka Giştî ya HDP'ê Serpil Kemalbay di çarçoveya hevdîtinên gel de li Êlihê bi gel re hatin cem hev. Kemalbay di mijara Ocalan de careke din AKP hişyar kir. Kemalbay aşkera kir ku heke hevdîtina bi Ocalan re pêk neyê, dê kaos û tevlihevî derkeve.

    Hevseroka HDPê Serpil kemalbay
    © Sputnik/ Sertaç Kayar
    Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di çarçoveya kampanyaya "Em ranewestin, faşîzmê rawestînin" xebatên xwe berdewam dike. Rawestgeha HDP'ê ya dawî Êlih bû û bi beşdariya Hevseroka Giştî ya HDP'ê Serpil Kemalbay, Berdevka Meclisa Jinan Besîme Konca, Serokparlamenterê Komê Ahmet Yildirim, parlamenter Kadri Yildirim, Saadet Becerikli û Mehmet Ali Aslan û rêveberên HDP'ê li ber avahiya partiyê li hev civiyan.

    Kemalbay bal kişand ser OHAL'ê û da zanîn ku li herêmê rewşa awarte heye û aşkera kir ku siyaseta herêmî felç bûye.
    Herwiha Kemalbay tecrîda li ser Serokê PKK'ê Abdullah Ocalan nirxand û weha pê de çû: "Em AKP'ê hişyar dikin. Divê demil dest hevdîtina bi Birêz Ocalan re bê sazkirin. Ji bo pêşî li van nûçeyên qirêj bê girtin, divê heyetek biçe Îmraliyê. Ev 2 sal e agahî ji Ocalan nayên girtin. Berê jî nûçeyên wiha di çapemeniyê de hatibûn belavkirin. Divê ev nûçeyên dibin sedema kaos û gengeşiyê bên bi dawîkirin. Bila hikumet peywira xwe bîne cih."

    Herwiha Kemalbay bal kişand ser OHAL'ê û da zanîn ku li herêmê rewşa awarte heye û aşkera kir ku siyaseta herêmî felç bûye.

    Bi heman mijarî:

    Parlamenterê HDP: Gundî hatin bombebarankirin
    HDP: Em AKPê û pêngavên wê meşrû û rewa nabînin
    KCD, HDP, DBP û TJA ji bo Mam Celal şîn ragihand
    HDP: Kesên ku di heyata xwe de Kerkûk neditine vêga behsa wê dikin
    HDP beşdarî merasîma Parlamentoya Tirkiyeyê nebû
    HDP derbarê referandûma Kurdistanê de daxuyanî da
    Etîketan:
    kaos, Hevdîtin, Ocalan, Serpil Kemalbay, Tirkiye, Êlih
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de