05:23 11 Kanûn 2017
Zindî
    Irak petrol

    Reuters: Îhraca petrolê ya Herêma Kurdistanê ya bi rêya Ceyhanê gelekî kêm bûye

    © AFP 2017/ YOUSSEF KARWASHAN
    Nûçe
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Ajansa nûçeyan a Reutersê ragihand ku rêjeya petrola xam a Herêma Kurdistanê ku dihate bendera Ceyhanê ya Tirkiyê ji sê paran maye parek.

    Reutersê di nûçeya xwe ya ku dispêre du neqliyekaran de diyar dike ku petrola xam ya ku ji Herêma Kurdistanê dihat berê di rojê de 600 hezar bermîl bû lê niha ev rêje daketiya 200-250 hezar bermîlî. Kêmbûna rêjeya piştî ku Artêşa Iraqê û Heşdî Şabî ketin Kerkûkê de destpêkir.

    Rayedarên Wezareta Petrolê ya Iraqê ragihandibûn ku ew hêvî dikin roja Yekşemê yanî îro dê hilberîna petrolê vegerînin rêjeya asayî. Lê belê çavkaniyên ji herêmê dibên hîn jî hilberîn kêm e.

    Dahatên îxraca petrola Kerkûkê ji bo Herêma Kurdistanê, çavkaniyeke aborî ya giring bû.

    Li Bakurê Iraqê ji sala 2014an ve Pêşmerge li hember DAIŞê têdikoşiya û li herêmên ku ji DAIŞê hatibûn stendin kontrol di destê Pêşmerge de bû. Di nav van herêman de qadên petrolê jî hebûn. Lê belê Artêşa Iraqê û Heşdî Şabî di operasyoneke ku 48 saetan dom kir de, Kerkûk ji jêr kontrola Pêşmerge derxistibûn li Kerkûkê jî rêveberî ketibû destê Bexdayê.

     

    Bi heman mijarî:

    Barzanî û Tillerson îro li Stenbolê tevlî Kongreya Petrol a Cihanê dibin
    Wezîrê Petrol ê Iraqê: Referanduma Kurdistanê bandorê li buhayê petrolê nake
    Dîsa bîra petrol a Kerkûkê teqandin
    Ji boriyên avê yên Kerkûkê li şûna avê petrol diherike
    'Petrol wê nebe sedema paşxistina serxwebûna Kurdistanê'
    YNK hêzeke din a Pêşmerge dişîne bîrên petrol a Kerkûkê
    Etîketan:
    kêmbûye, Rêje, bermîl, Petrol, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de