08:30 13 Kanûn 2017
Zindî
    Parlamentoya Herêma Kurdistanê

    Partiyên Herêma Kurdistanê: Şertên Bexdayê nayên qebûl kirin

    © REUTERS/ Azad Lashkari
    Nûçe
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) ragihandin ku mercên Hikûmeta Iraqê yên ji bo destpêkirina guftugoyên li gel Herêma Kurdistanê nayene qebûl kirin.

    Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) ragihandin ku mercên Hikûmeta Iraqê yên ji bo destpêkirina guftugoyên li gel Herêma Kurdistanê nayenê qebûl kirin.

    Li bajarê Hewlêrê partiyên siyasî yên Herêma Kurdistanê ji bo gotûbêjkirina rewşa niha ya Başûrê Kurdistanê piştî hatina Heşdî Şabî bo Kerkûkê û deverên din yên Kurdistanî û rêyên derketina ji kirîza niha civînekê birêve birin.

    PDK, YNK, Partiya Yekîtiya Îslamî ya Kurdistanê (Yekgirtû) û nûnerên pêkhateyan beşdar bûn lê Partiya Komela Îslamî ya Kurdistanê (Komel) û Tevgera Goranê beşdar nebûn.Piştî civînê konferanseke hevbeş a çapemeniyê hat lidarxistin.

    Serokê Partiya Geşedanê ya Tirkmenî Mihemed Sadettîn Îlhanlî got: "Em li ser parastina rewşa Kurdistanê û ligel gelê Kurdistanê di heman sengerê de bin rêkeftin." Mihemed Sadettîn Îlhanlî diyar kir ku tirkmenên li Pirdê ji pevçûnan dilgiran in û derdora 50 hezar kesî ji wê derê koçber bûne.

    Di civînê de Berdevkê YNKê Sedî Ehmed Pîre da xuyakirin ku pêwîst e lêkolîn li ser bûyeran bê kirin û tekez kir ew welatiyan piştrast dikin ku dê bi hevre kar bikin ji bo çareserkirina pirsgirêkan. Sedî Ehmed Pîre diyarkir ku mercên Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî yên ji bo destpêkirina guftugoyên nayên qebûlkirin û got: "Heger raste hikûmeta Iraqê niyet heye guftugoyên bike dê ji bo rêvebirên Kurd û lehengan biryara girtine dernexe."

    PDK: EM JI BO GUFTUGOYAN LI BENDA BERSIVA IRAQÊ NE

    Kurdistan - Kerkûk
    © REUTERS/ Ako Rasheed
    Endamê Polîtburûya PDKê Mehmûd Mihemed jî piştî civînê diyar kir ku wan di civînê de gotûbêj li ser bi hevrekarkirinê kiriye ku bikarin di qonaxa niha de wan pirsgirêkan çareser bikin. Mehmûd Mihemed wiha axivî: "Em dixwazin guftugo bê merc dest pê bikin û ji bo vê yekê em li benda bersiva hikûmeta Iraqê ne."

    Hikûmeta Iraqê beriya mercên xwe yên ji bo destpêkirina guftugoyên li gel Herêma Kurdistanê bi van ser navan eşkere kiribû:"Radestkirina firokexaneyan, deriyên sînor, serwet û samanên welat, hêzên pêşmerge, dezgehên ewlekarî yên kurd, sepandina yasayan li navçeyên nakok û pêşîgirtina her hewldanekê li dijî destûrê." Hikûmeta Bexdayê herwiha daxwaza hilweşandina encamên giştpirsiya serxwebûna Başûrê Kurdistanê jî dike.

    Bi heman mijarî:

    Civîna PDK û YNKê bi dawî hat: Em ê parastina xwe bikin
    Rêveberiyên PDK û YNKê îro li hev dicivin
    PDK, Goran û Yekgirtûya Îslamî li Silêmaniyê ketin civînê
    Li Silêmaniyê civîna PDK û Tevgera Goran dest pê kir
    PDK û YNK ji bo çalakkirina Parlamentoya Kurdistanê dicivin
    ‘Rewşa 2 rêveberên PDK-Sê li girtîgehên Rojava di metirsiyê de ye’
    PYD: PDK nahêle ku rojnameger derbasî Rojava bibin ku operasyona Reqayê bişopînin
    Etîketan:
    Bexda, Herêma Kurdistanê, Guftugo, Mehmûd Mihemed, Sedî Ehmed Pîre, Mihemed Sadettîn Îlhanlî, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de