00:59 24 Mijdar 2017
Zindî
    Carles Puigdemont

    Serokê Katalonyayê: Em biryara Îspanya ya fesihkirina rêveberiya xweser qebûl nakin

    © Foto: Junts pel Si
    Nûçe
    Lînkê kurt
    0 11 0 0

    Serokê Rêveberiya Xxweser ê Katalonyayê Carles Pûîgdemont diyar kir, ku ew dê biryara Îspanya ya fesihkirina rêveberiya xweser û rasterast birêvebirina Katalonya a ji li aliyê Îspanya ve qebûl nekin.

    Serokê Katalonya da zanîn, ku ev gava Madrîdê ji dîktatoriya Franco ya di navbera salên 1939-1975an vir ve êrîşa herî xerabe ku hatiye kirin. Di serdeam Franco de xweseriya Katalonya hatibû feshkirin.

    Piştî ku li Herêma Xweser a Katalonyayê referandûma serxwebûnê hatibû lidarxistin, roja 1ê Cotmehê Îspanyayê ji bo biryara teqez a ragihandina serxwebûnê heta roja pêncşemê dem dabû Katalonyayê. Ji ber ku Katalonya li hemberî vê bagawaziyê bêdeng ma, Parlamentoya Îspanyayê di rewşeke awerte de civîya. Piştî civînê serokwezîrê Îspanayê Mariano Rajoy doh ragihand ku ew dixwazin erkên rêveberiya xweser a Katalonyayê kêm bikin û hikûmeta heyî biguherînin. Ji ber vê yekê Rajoy bang li herêma xweser kir ku di nava 6 mehan de hilbijartinê li dar bixin.

    Li ser vê yekê Pûîgdemont bi Ingilîzî bang li Ewropa kir û aşkere kir ku nirxên Yekîtiya Ewropa di jêr xetereyê de ne.
    Berdevkê Parlamentoya Katalonyayê Carme Forcadell jî gava rêveberiya navendî wekî "derbeya fîîlî" pênase kir û got: "Ev derbeyeke otorîtere ku li dewleteke endamê Yekîtiya Ewropa tê jiyîn. Rajoy hewl dide dawiya li hikûmeteke ku bi rêyên demokratîk hatiye hilbijartin bîne."

     

    Bi heman mijarî:

    Serokwezîrê Îspanyayê Rajoy: Referandûm pêk nehat
    Îspanya rêveberiya xweser a Katanloyayê fesih dike
    CSKA Moskowa: Ji me re gotibûn Îspanya germ e
    Katalonya: Ji bo gotûbêjên bi Spanyayê re dem lazim e
    Katalonya: 10ê Cotmehê em serxwebûna xwe îlan dikin
    ‘Katalonya serxwebûna xwe îlan dike'
    Etîketan:
    îspanya, xweserî, Katalonya, Marîano Rajoy, Carlos Pûîgdemont, Îspanya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de