07:47 12 Kanûn 2017
Zindî
    Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn

    Pûtîn: Dîyaloga me ya bi Kazakîstanê re bi awayekî çalak geşe dide

    © Sputnik/ Sergey Guneev
    Nûçe
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn, bi boneya 25. salvegera têkiliyê dîplomatîk yên di navbera Rûsya û Kazakistanê de, Serokê Kazakistanê Nursultan Nazarbayev pîroz kir û da zanin ku diyaloga ni navbera her 2 welatan de bi awayekî çalak geşe dide.

    Li gor daxuyaniya Kremlînê, Serokê Rûsya Valdîmîr Pûtîn, bi boneya 25. salvegera destpêka têkiliyên dîplomatîk yên di navbera Moskow û Astana de serokê Kazakistanê Nursultan Nazarbayev pîroz kir.

    Pûtîn da zanîn ku ev çaryekê sedsalekê ye ku têkiliyên dostane yên di navbera du welatan de gel anîne cem hevûdu û got: "Bi vî awayî me têkiliyên xwe anîn asteke stratejîk."
    Pûtin daxuyaniya xwe wisa berdewam kir: "Diyaloga siyasî ya di navbera Rûsya û Kazakistanê de, di warê, bazirganî-aborî, kulturî, mirovî û di qadên din de bi awayekî çalak geşe dide. Koordînasyona welatê me ya di Forûma Aborî ya Avrasya de jî, ji bo îstîkrar û ewlehiya herêmê alîkariyê dide.

    Pûtîn diyar kir ku heke Moskow û Astana pêkve tevbigerin dê têkiliyên her du welatan baştir bibin ew bawere ku dê di çareseriya kêşeyên navneteweyî de jî her du welat hevkariyeke baş bikin.

    Daxuyaniya Wezareta Karên Derve de jî hat nîşandan ku, tê xwestin têkiliyên di navbera her 2 welatan de bipêştir bixin.

    Bi heman mijarî:

    Pûtîn û Erdogan rewşa Sûriyeyê axivîn
    Pûtîn: Dibe ku jinek bibe seroka Rûsyayê
    Pûtîn: Kesên radîkal û tûndrew azadî bi dest xistine
    Pûtîn biryarnameya li dijî Koreya Bakur îmze kir
    Pûtîn diçe serdana Îranê
    Pûtîn: Dê bi welatên DCSê re veguhastina agahiyên dijî terorê berdewam be
    Etîketan:
    Kazakistan, têkilî, Rûsya, Vladîmîr Pûtîn, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de