18:01 13 Kanûn 2017
Zindî
    İgor Konaşenkov

    Rûsya: Kaolîsyon hewl dide şopa bombebaranên hovane yên li Reqayê veşêrê

    © Sputnik/ Alexander Vilf
    Nûçe
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Piştî ku Serokê Amerikayê Donald Trump û HSD ya ku pêşengiya wê YPG dike, aşkerakirin ku bi awayekî serkeftî Reqa ji DAIŞê rizgarkirine, berdevkê Wezareta Berevaniyê yê Rûsyayê Îgor Konaşenkov da zanîn ku li Reqayê, ji ber bombebaranên hewayî yên koalîsyonê bi hezaran sivîl mirine û bi xwesteka alîkariyê dixwazin şopên vê yekê ji veşêrin.

    Konaşenkov ji rojnamevanan re axifî û diyar kir ku, koalîsyona di jêr serweriya Amerîkaya de berî niha gelek caran daxwaza alîkariyên ji bo Reqayîyan gelek caran red kiribû lê ji nişka ve alîkariyê aborî ku Amerîka dixwaze bike dibe cihê pirsiyaran. Konaşenkov axaftina xwe berdewam kir: "Reqa, qedera Dresdenê ya 1945an jiya, bi bombeyên Anglo Amerîkanî hat rûxandin." Niha jî Washington, Berlîn û Parîs ji bo ku li bajêr dîsa jiyan vegere rojên berê qala pêwistiya bi milyonan dolar alîkariyê dikin. Bi comerdiyeke wisa em ê kêfxweş bibin lê belê hin pirsên me hene."

    Konaşenkov anî ziman ku ev 2 sal in Rûsya her tim ji Amerîka û dewletên Ewropa dixwaze ku alîkariya mirovî bişînin Suriyê lê wan her bersivên neyênî girtine û weha pê de çû: "Tenê bersiveke vê heye. Veşartina şopên bombebaranên Amerîka û koalîsyonê ku bi hezaran sivîlan di jêr bermahiyan de canê dane."

    DAXUYANIYA AMERÎKA CIHÊ ŞAŞWAZIYÊ YE.

    Balafira Su-24
    Ministry press service оброны Russian Federation
    Konaşenkov daxuyaniyên Qesra Sipî, Pentagon û Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê jî ku dibên rizgarkirina Reqayê di têkoşana li hember terorê de rolekî mezin digre hevkariya koalîsyona jî wekî daxuyaniyên cihê şaşwazî yê pênase kirin û weha got: "Ewilê berdevkê Pentagonê got, Amerîka û koalîsyonê li Suriyê û Iraqê ji %87ên axê di jêr kontrola DAIŞê de ji wan stendine. Paşê berdevkê Qesra Sipî Sarah Sanders diyar kir ku piştî kontrolkirina Musilê a di meha Hezîranê de û piştî wê ku niha li Reqayê qet terorîstên DAIŞî nemane diyare ku rêxistina DAIŞê ber bi têkçûnê ve diçe. Herî dawî doh Wezareta Karên Derve diyar kir kuReqa di têkoşîn ali hember DAIŞê de cihekî giring e. Li gor Washingtonê tekanê cihê ku DAIŞê li Suriyê kontrol dikir Reqa bû. Berî şer 200 hezar kes li wir dijî. Berî operasyona koalîsyonê jî herî zêde 45 hezar kes dijîn.

    Herwiha Konaşenkov bal kêşand ser ku, Artêşa Suriyê bi piştgiriya Hêzên Hewayî yên Rûsyayê Dêra Zorê ya ku berî şer 500 hezar kes lê dijî di nava 10 rojan de xelas kir.

    Bi heman mijarî:

    Konaşenkov: Hemû pisporên leşkerî dizanin ku operasyona Reqqayê ‘geştekê ne hêsan e'
    Konaşenkov: Kesên xweşbîn jî bawer nakin ku îsal Mûsil ji DAIŞê bê rizgarkirin
    Konaşenkov: Me hêzên xwe yên taybet li Misirê bicih nekir
    Konaşenkov: Balafirên rûs li Idlibê nedan
    Konaşenkov: DYA û koalisyon li Sûriyeyê operasyonên nepen lidar dixin
    Konaşenkov: ‘Dîmenên bombebarana balafirên rûsî mîlîtanan amade kirine'
    Konaşenkov: Milîtanên DAIŞê bi alîkariya xwekujan, xeta berevaniya Palmirayê şikandin
    Etîketan:
    Reqa, koalîsyon, Konaşenkov, Îgor Konaşenkov, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de