02:34 13 Kanûn 2017
Zindî
    Operasyona Mûsilê Heşda Şabî

    Heşda Şeibî bo Erdogan: Em dê derba mirinê li te bixin

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Nûçe
    Lînkê kurt
    0 51

    Berpirsê Peywendiyên Tevgera Ensallah El-Ewfiyaiyê Hesen Pilayze gef li Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan xwar û got, ‘Hêzên Tirkiyê ji Iraqê dernekevin, ew dê derbeke giran li wan bixin.’

    Hêzên Heşda Şeibî yên ku ketine nav Kerkûkê Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan kirin hedefa xwe. Heşda Şeibî vîdeoyek nû belav kir û tê de dibêje divê hêzên Tirkiyê ji axa Iraqê derkevin yan ew dê derbeyên giran li wan bidin.

    Di vê kurtevîdeoyê de wiha tê gotin: "Ez li ser navê xwe, li ser navê tevahiya iraqiyan û taybetî jî li ser lehengên Heşda Şeibî vê peyamê ji Serokomarê Tirkiyê Erdogan re dişînim. Bila demildest hêzên xwe yên li Iraqê paşve vekişînin. Heger vê yekê neke welehî û bilehî bersiva me dê gelek tund be. Lewma bila zû hêzên xwe ji vê xaka pîroz vekişîne. Li ser navê Xwedayê mezin soz didim heger tu ve yekê nekî emê weke lehengên iraqî derbeya mirinê li de bidin. Taybetî lehengên Heşda Şeibî dê derbeya mirinê li te bidin. Em êdî berpirsiyariyê wê li ser xwe nagirin çimkî me hişyarî da te. Ji ber vê yekê hêzên xwe vekişîne. Birayê we yê mucahîd (tekoşer) pisporê teqemeniyan Hesen Pilayze ji Ofîsa Leşkerî ya Tevgera Ensallah El-Ewfiyaiyê.

    Bi heman mijarî:

    Serkirdeyê Heşdî Şabî: Em sînorê Kerkûkê derbas nakin
    Fermandariya Pêşmerge: Heşdî Şabî bi pêşengiya Pasdarê êrîş dike
    Ji Heşdî Şabî daxuyaniya referanduma serxwebûnê
    Bexda bi sedan milîsên Heşdî Şabî li sînorê Kurdistanê bi cih kir
    Ji Barzanî derheqê Heşdî Şabî û plana alternatîv de daxuyaniyek girîng
    Fermandarê Pêşmerge bangî Heşdî Şabî kir: Kurdistanê vekişe
    Etîketan:
    Heşdî Şabî, gef, Erdogan, Hesen Pîleyze, Kerkûk
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de