08:28 25 Mijdar 2017
Zindî
    jinên hdpyî-hdp-kadikoy

    Onder: Em dixwazin fêrî rewşa tendurustiya Ocalan bibin

    © AFP 2017/ YASIN AKGUL
    Nûçe
    Lînkê kurt
    0 42 0 0

    Şandeya Îmraliyê ya ku ji Ceylan Bagriyanik, Pervîn Buldan û Sirri Sureya Onder pêk tê li avahiya bajarê Stenbolê ya HDPê daxuyaniyek dan. Li ser navê şandeyê Onder axifî û got: "Ocalan ne girtiyekî ji rêzê ye.

    balafirên tirk-balafirên şer yên tirk-
    © AP Photo/ Anatolia, Kenan Gurbuz
    Endamê Şandeya Îmraliyê û parlamenterê bajarê Enqerê yê HDPê Onder ragihand ku ev civîn ji aliyê Şandeya Îmraliyê ve li ser tecrîtkirina Ocalan, rewşa tendurustiya wî ya dawî û gotinên ku di vê mijarê de li ser medyaya civakî belavbûne hatiye li darxistin. Divê nêzîkbûna dewletê a li hember Birêz Ocalan li gor cidiyeta wî be. "Birêz Ocalan, li vî welatî ne girtiyekî ji rêzê, ne mehkûmekî ji rêzê ye."

    Onder bal kêşand tecrîda li ser Ocalan û weha pê de çû: "Çima vê tecrîdê li ser Ocalan disepînin. Tenê ravekirineke vê heye. Li herêmê û li welêt paradîgmaya ku hemû polîtîkayên xwe li ser dijminatiya gelê kurd avadike hem sedema vê tecrîdê hem jî astengiya herî mezine li pêşiya demokrtîze bûnê ye.

    "DIVE PÊVAJOYA MUZAKEREYAN DÎSA DEST PÊ BIKE"

    Onder aşkere kir ku; "Ewilê ji bo em bi rewşa Birêz Ocalan bihisin, divê parêzerekî wî, an endamekî mlabata wî an jî Şandeya Îmraliyê yekser biçe Îmraliyê. Em dixwazin ji kesên pêwendîdar fêrî rewşa wî ya tendurustiyê bibin. Herwiha divê pêvajoya muzakereyan jî dîsa dest pê bike. Dema bi cidiyet nêzîkayî li muzakereyan hat kirin, tiştên qewimîn me dîtin. Ne tenê me hemû welatî dît."

    Endama Şandeya Îmraliyê û parlamentera Stenbolê ya HDPê Pervin Buldan jî weha axifî: Me diyar kir ku li ser agahiyên ku di medyaya civakî de derketine em bi endîşe ne. Wezîrê Dadê got ku Serdozgeriya Komarê yê Bûrsayê daxuyanî daye. Min jî ji wan re ragihand ku ev tenê têrê nake û divê ji malbata wî an jî parezerên wî an jî yek ji şandeya me ya siyasî biçe û wî bibîne. Lê di vê mijarê de tu bersiv ji me re nehatine dayin."

    Bi heman mijarî:

    HDP: Em AKPê û pêngavên wê meşrû û rewa nabînin
    KCD, HDP, DBP û TJA ji bo Mam Celal şîn ragihand
    HDP beşdarî merasîma Parlamentoya Tirkiyeyê nebû
    HDP derbarê referandûma Kurdistanê de daxuyanî da
    Parlamentera HDP Leyla Bîrlîk hat binçavkirin
    HDP: Divê CHPê rêzê li referandûma Kurdistanê bigire
    Etîketan:
    Tecrîd, Ocalan, Şandeya Îmralî, HDP, Ceylan Bagrıyanik, Pervin Buldan, Sirri Sureya Onder, Stenbol
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de