05:53 23 Hezîran 2018
Şervanên HSDê-Reqa

Bagdasarov: Reqa piştî rizgarkirinê wê ji kê re bimîne?

© Sputnik / Hikmet Durgun
Nûçe
Lînkê kurt
0 0 0

Serokê Navenda Lêkolînên Welatên Rojhilata Navîn û Asya Navîn Semyon Bagdasarov ragihand ku piştî rizgarkirina Reqqayê pirsa herî girîng û sereke statuya îdarî ya bajêr e.

Eksperê rûsî axaftina xwe wiha berdewam kir: “Niha dema ku Reqa hate rizgarkirin pirsa sereke derdikeve holê – gelo wê îdara wê kî bike? Li gor ragihandina kurdên Suriyeyê,  wê Reqa wek kantona di nav Federasyona Bakûrê Suriyeyê bête îlan kirin”.
Li gor gotinên Bagdasarov, ne dure ku di pirsa ji nû ve avakirina  Reqayê de DYA û hevkarên wê `sermayeyan veqetînin`. Bagdasarov got  ew yek wê ji bo wê çendê bête kirin, ku herêmên rizgarkirî yên ne di bin kontrola Esad de li gor herêmên din têne avakirin`.

HSD / Reqa
© REUTERS / Zohra Bensemra

Roja sêşemê hêzên HSDê yên bi piştgirîya koalîsyona navneteweyî rizgarkirina Reqayê ji çekdarên DAÎŞ ê  ragihandin. Operasyona Reqayê roja 6 Hezîranê bi piştgirîya koalîsyona navneteweyî ji alîyê HSDê ve hatibû destpêkirin.
Endamê fermandariya hêzên HSD Talal Silo  ji telekanala El Erebiya re daxuyand ku piştî rizgarkirina Reqayê bajar dikeve bin kontrola civata sivîl ya kk ji şêniyên herêmê pêk tê û ewlekarîya wê jî wê ji alîyê sê hezar polîsên ji endamên HSDê ve bête dabînkirin.

Bi heman mijarî:

Reqa tije mayin û xefkên bûbî ne
HSD: Hîn Reqa rizgar nebûye û şer dewam dike
'Reqa bi tevahî hat rizgarkirin’
HSD: Heta 2-3 rojan Reqa bi temamî paqij dibe
Li Reqa şer dijwar bû: 47 mirî
Etîketan:
Reqa, HSD, HSD, DYA, Rojhilata Navîn
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de