18:37 25 Hezîran 2018
Şirketa Petrolê ya Brîtanî BP

Îraqê ji şîrketa Brîtanî BP re pêşniyara deranîna nefta li Kerkûkê kir

© AP Photo / Alastair Grant
Nûçe
Lînkê kurt
0 01

Hikumeta Îraqê ji kompaniya Birîtanî BP re (British Petroleum) pêşniyara destpêkirina deranîna nefta li parêzgeha Kerkûkê kir.


Ajansa Reuters, ku xwe dispêre Wezareta Neftê ya Îraqê, ragihand ku hikumeta Îraqê ji kompaniya Birîtanî BP re  (British Petroleum) pêşniyara destpêkirina deranîna petrola li parêzgeha Kerkûkê kir, ku piştî vekişîna hêzên pêşmerge kete bin kontrola hikumeta navendî.  Hikumeta Navendî ya Îraqê û Wezarata Petrolê roja sêşemê ragihandin kû hemû tesîsên petrolê li parêzgeha Kerkukê katine destê wan. Li gor daxuyaniya wezîrê neftê yê Îraqê Cebir El Layîbî, wek berê hatibû pilankirin wê li herêmê parzûngeheke nû bête avakirin. Li gor gotinên wezîr, wezaret pilan dike `bi hevkariya yek ji şîrketên  navneteweyî re` baresteya hilberandina petrolê li herêma navborî heta 1 milyon bermîl di rojê de zêde bike. Wezîr bang li organên berpirsiyar yên Îraqê kir ku bi wezareta petrolê re ji bo destekkirina eksporta petrolê  bi riya xeta petrolê ya li bakurê welêt  hevkariyê bikin.

Bi heman mijarî:

Rûsya: Dibe şer û pevçûn li Kerkûk û derdora wê dewam bike
Kerkûk çawa hate kirîn?
‘Îro Kerkûk sibê hemû Kurdistan e'
Nûnerê PDKê: Dibe Kerkûk ji nû ve were standin
Rewşa Kerkûk û derdora wê aram e
Kerîm: Kerkûk ji her kesî mezintir e, Pêşmerge rê nade ti kes derbas bibe
Etîketan:
Kerkûk, Neft, Neft, BP, Wezareta Neftê ya Iraqê, Rojhilata navîn
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de