16:08 23 Mijdar 2017
Zindî
    Huseyin Dirioz

    Dirioz: Armanca operasyona Idlibê çareseriya siyasîye

    Sputnik
    Nûçe
    Lînkê kurt
    0 36 0 0

    Balyozê Tirkiyê yê li Moskowê Huseyin Dirioz ragihand ku armanca operasyona ku Tirkiyê li Idlîbê daye destpêkirin pêkanîna agirbestê û çareseriya siyasî ya kêşeyê ye.

    Dirioz li Moskowê civîneke çapemeniyê li darxist û weha got: "Niha li Idlibê herêma taybet a ji bo rejîma Suriyê tê gotubêjkirin Tirkiye berî bi demeke kurt li wê derê xaleke raçaviyê ava kir û xebatên xwe yên ji bo çareseriya siyasî ya kêşeyê berdewam dike.

    Dirioz diyar kir ku; ji îro ve çar herêmên hêmin li Suriyê sazbûne û nêta wan ewe ku rakêşiya li herêmê kêmtir bikin.

    "MUZAKEREYÊN DERBARÊ S-400Î DIDOMIN"

    Dirioz li ser pirsekê aşkere kir ku li ser sewqiyata S-400î bi Rûsya re hevdîtin berdewam dikin.

    "WEKÎ ENDAMEKE NATO EM ZEHMETIYÊ NAKŞÎNİN KU Bİ RÛSYA RE TÊKİLİYAN DEYNİN"

    Dirioz, karîgeriya têkiliyên bi Rûsya re yên li ser endamtiya NATO ya Tirkiyê jî nirxand û got, Tirkiye wekî endameke NATOyê zehmetiya nakşîne ku bi Rûsya re têkiliyan deyne.

    Dirioz weha pê de çû: "Ev pêvajone wisa ne ku dikarin bihevre werin meşandin û di vê mijarê de tu astengî dernakevin. Tirkiye bi her du aliyan re jî xebatên xwe berdewamdike û tu zehmetiyan nakşîne.

    Herwiha Dirioz da zanîn ku; Tirkiye gelekî giringiyê dide têkiliyên xwe yên bi Rûsyayê re.

    Bi heman mijarî:

    Balyozê nû yê Moskovayê Dirioz: "Emê têkiliyan hildin asta herî jor"
    Wezîrê Sûriyê: Piştî Helebê cihê germ Idlib e
    Lavrov, armanca operasyonên hêzên rûsî yên Idlib û Hûmsê eşkere kir
    Rîyad bi kirîna S-400 dixwaze nakokiyên di navbera Rûsya û Emerîkayê de bikar bîne
    Yildirim: Ji bo S-400 me li hev kir, biryara dawî wê Komîteya Pîşesazî ya Parastinê bide
    'Em jê bifikar in ku sîstemên S-400 û yên NATOyê lihev nekin'
    Etîketan:
    Idlib, Çareserî, armanc, Rûsya, Huseyin Dirioz, Moskow
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de