12:29 24 Çile 2018
Zindî
    Kerkûk

    Kerkûk çawa hate kirîn?

    © AFP 2018/ Marwan IBRAHIM
    Nûçe
    Lînkê kurt
    Êrişa li ser Kerkûkê (43)
    0 50

    Agahiyên li ser xiyaneta doh ya li Kerkukê hîn jî tên. Parlementerê partiya kurd `Goran` Mesûd Heyder belgeyên ku rêkeftina di navbera YNK ê û Heşda Şeibî piştrast dike belav kir. Di belga ku roja 16 Cotmehê hatibû îmzekirin de, behsa ji şiîyan re radestkirina herêmên nakokîbar û parvekirina Kurdistana Îraqê tê kirin.

    Borîs Rojîn

    Roja 16 cotmehê, di encama êrişa hêzên Heşda Şeibî,  hêzên Pêşmerge yên Herêma Kurdistanê  bajarên Kerkuk û Tuz Hurmatû ji dest berdan. Pêşmergeyên ku ev herêm kontrol dikirin bêy şer û pevçûn deverên han terkkirin û vekişiyan. Ji %80 hêzên kû Kerkuk û Tuz Xurmatû kontrol dikin Pêşmergeyên YNKê bun. Xwe kişandina hêzên wan, riya ber bi Kerkûkê ve vekir û berevaniya kurdan binpê kir. Li gor hinek agahiyan, Heşda Şeibî wek çekdarên DAÎŞ ê, hejmareke Pêşmerge yên ku nexwestin cîhên xwe terk bikin serjêkirine. Kurdistan amadekariya parastinê dike.  Di nav rêkeftina îmzekirî de herî zêde xala li ser dayîna muçeyên ji bo Pêşmerge ji alî Bexdayê ve balê dikişîne. Diyar e wê  ew pere ji dahatuyên firotina petrola Kerkûkê bêne razîkirin, ku jixwe di destê kurdan de bû. Di rastiyê  de, selefeke mezin ya dahatuyên petrolê ji destê kurdan sitandine û ji wê petrolê wê maaşên kurdan bidin. Bi giştî Kerkûk bi hêsanî firotin û bi vî awayî Kurdistan parçe kirin û niha dixwazin hikumeteke nû ya kurdan li şuna ya Barzanî avabikin. Ango hikumeteke nû ya kurdan a ku di çarçoveya rêkeftina bi riya Pasdarên Îranê hatiye pêkanîn,  para xwe ji dahatuyên petrolê û mûçeyên xwe  ji Bexdayê bistînin.

    Bi rastî jî îranîyan re eferim, bi navgînên pir piçûk encamên gelek cidî  bi dest xistin. Rêkeftina navborî hema piştî serdana  yek ji Fermandarên Hêza Quds a Supaya Pasdaran a Îranê Qasim Silêymanî li bajarê Silêmaniyê  ku serdana goristana serokê berê yê Îraqê Celel Telebanî kiribu hatibu îmzekirin. Li wir Qasim Sileymanî hevdîtin bi rêveberiya YNK û endamên  malbata Talabanî re pêkanîbû. Diyar e, Qasim Sileymanî wek yek ji fermandarên Haşda Şeibî plana rêkeftinê  û diyarkirina xalên  radestkirina Kerkûkê û  parçekirina Kurdistanê diyar kiribû. YNK ê heya dawî rastiya îmzekirina  rêkeftinê vedişart û di encamê de, Hewlêr bi bawer bu ku eniya li dijî hêzên Îraqê li herêma Kerkûkê xurt e, lê dema ku ew têgihiştin kû îranîyan ew xapandin,  êdî pir  dereng bû. Û hela di ser de, Amerîkayê jî wek her tim kurd xapandin. Destpê kir behsa pêwîstiya pêkanîna  gotubêjan ji bo ku xwîn neyê rijandin kir. Tenê John McCain nerazîbun da nîşandan, û got  çawa bi çekên amerîkî hevpeymanên me têne êşandin. Behsa mayîna Kerkukê di destê kurdan de qet nehate kirin.

    Kurd pêwîst e êdî fêr bibin ku ji bo  Amerîkayê nêzîkbunên bi vî rengî normal in. Ji bo kesên kû silogana `Amerîka bi me re ye` hesdikin, derseke pir baş e. Amerîka tenê li gor berjewendiyên xwe tevdigere.  Vê carê jî  mesela Kerkûkê û pevçuna kurdan bi Îran û Îraqê re nakeve nav pêşaniya siyaseta DYA. Ji alîyê din ve Waşîngtonê bi awayeke haydar tamaşe dikir ka Îran wê çawa hereket bike. Rêkeftina  di navbera kurdan û Îranê ji bo Amerîkayê surprîzeke ne li gor dilê wan bû. Wan Kurdistana Îraqê wek cîhê  xwe hesab dikirin û ji nişkêve Hêza Quds a Supaya Pasdaran a Îranê  ya ku ji alîyê Amerîkayê ve wek hêzeke terorîst hatibu îlankirin, li pişta Barzanî li gor berjewendiyên yek ji hevkarên sereke yên DYA li herêmê bi kurdan re, rêkeftinan îmze dike.

    Tevî wê  ne destêwerdana hêzên Îranê û ne yên Tirkiyeyê pêwîst bû. Her tişt kerê bi zêran barkirî yan jî  wek îro dibêjin kamyona bi petrolê ve tijî çareserkir. Klasîk e.  Koma  `Asaib Ehl el Heq` ya ku bin fermandariya şiîyên Bexdayê de ye sipasiya xwe pêşkêşî YNK ê kir ya ku herêmên nakokîbar radestî hêzên wan kir û hêzên pêşmerge ji wan herêman vekişand. Di peyama wan ya fermî ya roja duşemê hatibu belavkirin de tê gotin: `Asaib Ehl el Haq ji bo parastina berjewendiyên Îraqê û durxistina ji kesên ku niyêt dikirin bi riya serxwebunê welêt parçe bikin sispasiya xwe pêşkêşî YNK ê dike. Hêzên Heşda Şeibî di bin fermandariya Îran û Îraqê dest bi erîşkirina li hember hêzên kurdan pêşmerge li Kerkuk û Tuz Xurmatû kirin. Piştî rêzek hewildanan û vekişandina hêzên pêşmerge yên di bin fermandariya YNK ê ku û serokatiya Hero Îbrahîm, Pavel Talabanî û Lahur Cangî  rêzek herêm kontrol kirin`. Di meha pêş me de êdî dikarin maaşên xwe bistînin.

    Wisa bi hêsanî çarenivîsa gelan dikarin diyar bikin. Artêş û polîsên Îraqê hinekî guşar li ser pêşmergeyên Barzanî pêkanîn û vekişandina kurdan ji Kerkûkê tevlê reva belav, girî û nifirên li hember xayînan bû. Li herêmên kû ketine destê hêzên Îraqê alên Herêma Kurdiatanê hatine daxistin. Serokwezîrê Îraqê Haydar Ebadî fermana daxistina alên Kurdistanê da artêşa federal û li şuna wan yên Îraqê daleqînin. Piştî kû artêşa Îraqê ragihand kû Kerkûk bi temamî kete bin kontrola wê, Ebadî fermana  daxistina ala Kurdistanê  da.

    Gelo kurd ji vê buyerê çi dersan dikarin derxînin? Ya yekemîn bêy yekîtiya neteweyî, di nakokiyên navxweyî de ne mimkune dewlet bê avakirin. Ji bilî dijminên kurdan yên wek Sûriye, Îraq, Îran û Tirkiyeyê, dijminên herî sereke yên kurdan kurd bi xwe ne û mesela bi firotina Kerkûkê jî ew yek îspat kir. Xavbuna neteweyî diyar dike ku ji kurdan re riyeke pir dirêj pêwîst e ku ew bibe yeknetewek, û wek eşîr li pişta eşîrekî rêkeftinan îmze neke.  Wendakirina Kerkûkê ji bo kurdan gereke bibe ders û kurd gereke rastiyên leşkerî-siyasî yên li herêmê rast fembikin. Ji hêla din ve,  dest bi xebata xurtkirina yekîtiya neteweyî bikin û  gerek pêşaniya wan  berjewendiyên gelê kurd be,  lê ne berjewndiyên eşîran ku bi saya firotina petrolê har dibin û serê gel bi ragihandina serxwebunê di şert û mercên dorpêçkirina stratejîk û hêviyên erzan yên wek `Amerîka bi me re` ye dixapînin.

    Mijar:
    Êrişa li ser Kerkûkê (43)

    Bi heman mijarî:

    ‘Îro Kerkûk sibê hemû Kurdistan e'
    Nûnerê PDKê: Dibe Kerkûk ji nû ve were standin
    Rewşa Kerkûk û derdora wê aram e
    Kerîm: Kerkûk ji her kesî mezintir e, Pêşmerge rê nade ti kes derbas bibe
    Rojnamevan Zêrevan: Êrîşî Kerkûk û Mûsilê bikin, dê Amerîka piştgiriya Kurdistanê bike
    Dîroknasê navdar ê tirk: Mûsil û Kerkûk her bûye şûnwarê kurdan
    ‘Eger hûn daxwaza Kerkûk û Mûsilê bikin wê Diyarbekir jî ji destê we here'
    Etîketan:
    Kerkûk, Qasim Suleymanî, Hero Talabanî, Pavel Talabanî, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de