01:02 23 Çile 2018
Zindî
    Mehmet Alkiş

    Alkiş: Amerîka xwest Hikûmeta Bexdayê bihêztir bike

    © Sputnik/ Omer Faruk Baran
    Nûçe
    Lînkê kurt
    Fethullah Ozmen
    0 10

    Akademîsyenê Kurd Mehmet Alkiş ragihand ku Amerika dibe ku bi meseleya Kerkûkê destê hikûmeta Iraqê hinekî din bihêztir bike.

    Referandûma Serxwebûna Kurdistanê - Keleha Kerkûkê
    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Akademîsyen û pisporê têkiliyên navneteweyî Mehmet Alkiş ji Sputnik Kurdistanê re li ser rewşa Kerkûkê axifî. Alkiş diyar kir ku, kurdan xwest bi referandûmê pêşiyê li mudaxaleya Îranê bigrin, lê belê bi hatina Heşdî Şabî a ji bo Kerkûkê ev plan têkçû.Alkiş weha pê de ç

    "Li gor qanûna bingehîn a Iraqê jixwe Kerkûk wek devereke bi nakok bû. Li ser wê herêmê ixtîlaf hebû. Piştî ku DAIŞê êrîş kir û hêzên Iraqê ew der berdan, hêzên pêşmergeyên Başûr çûne wê derê û otorîteya Herêma Kurdistanê li wê derê avakirin. Beriya bi salekê ne salek jî be bi çend mehan ala Kurdistanê li wê derê bilind kirin. Jixwe li wê derê referandûm pêkhat. Lê li gor qanûna bingehîn a Iraqê li gor madeya 140. pêwist bû li wê derê referandûm bê kirin û da ku birayara xwe bidin ka wê li ser herêma kurdan bin an wê girêdayî hikûmeta Bexdayê bin. Lê ji ber şerê DAIŞê ew mesele pêk nehat. Lê referandûm li wê derê jî hat kirin. Mesele ev e niha ev rewşa Kerkûkê ya piştî referandûmê û referandûm jî tê de ji ber çi tiştekî weha pêkhat? Ev heye piştî

    ÎRAN DIXWAZE BI KORÎDOREKÊ XWE BIGHÎNE BAHRA SIPÎ

    Alkiş da zanîn ku Heşdî Şabî ji bo pêkanîna stratejiya Îranê a li Rojhilata Navîn kar dike û weha berdewam kir: "2014ê hêzên nêzî Îranê yanî Heşdî Şabî wan jî li dijberî DAIŞê şer kirin. Hin herêmên Iraqê û hin herêmên Kurdan ji DAIŞê xelas kirin. Lê ev ji bo çi bû, ji bo ku bandora Îranê li Iraqê û li nav herêma Kurdan zêdetir bikin û xetekê çêkin da ku bighijînin Suriyê û li wê derê jî korîdorêkê çêkin û xwe bighijînin Bahra Sipî. Yanî ev stratejiya herî mezin a siyaseta Îranê bû. Kerkûk ji ber wê meseleyê ji bo Îranê giring e. Cihekî gelekî stratejîke. Stratejîkbûna wê ji çi tê? Erdnîgariya wê, nêfta wê û xaza wê. Bi ya min ji xwe meseleya herî mezin ew e. Yanî petrola wê û xaza wê ye. Cihekî gelekî kozmopolîte. Ereb hene, Kurd hene, Tirkmen hene. Yanî bajar giring bû. Lê beriya referandûmê Herêma Başûr bi taybetî Mesûd Barzanî bi qasî tê bîra min tiştekî weha got "Heke Îran bi rêya Heşdî Şabî êrîşî Kerkûkê bike, em ê bi meseleya referandûmê pêşiyê li vê yekê bigrin. Meseleya referandûmê jî meseleya rê li bergirtina vê bû. Lê referandûm ket navberê. Yanî piçekî Kurdan dixwest rê li ber wan bigrin. Lê Heşdî Şabî bi ser vê meseleyê de hat û kete Kerkûkê de."

    "MESELEYA HEŞDÎ ŞABÎ, KERKÛK Û ÎRANÊ JI BO AMERÎKA GIRINGE"

    Akademsiyen Alkiş rewşa ji îro û pê ve jî nirxand û got, ev meseleya Kerkûkê de bibe meseleya uzakereyan û wisa berdewamî li axaftina kir: "Hê jî daxuyaniya fermî ya Başûr nehatiye, hê jî tiştek negotine. Ez wiha texmîn dikim ev meseleya Kerkûkê dê bibe meseleyeke muzakerê yê. Di navbera Hewlêr û Bexdayê. Şert û mercên muzakereyê wê çi bibin em nizanin. Lê meseleyeke din jî heye, divê mirov wî alî ji bîr neke. Gelo Amerîka bi taybetî Amerîka û welatê Ewropî wê ji bo vê meseleyê çi bêjin. Gelo wek di daxuyaniya xwe ya fermî de dê bibejîn bila aramî hebe, bila şer çênebe. Lê em vê dizanin Amerîka, Trump berî bi çend rojan Îran wek dewleteke xerab nîşan kir. Bawer im wê siyaseta xwe ya fermî jî li dijî Îranê ava bikin. Yanî stratejiyeke nû li dijberî Îranê ava dike.Yanî ez bawer dikim ev meseleya Heşdî Şabî, Kerkûkê û Îranê ji aliyê Amerikayê ve giring e. Lê ev heye ez bawer dikim yanî Amerika wê hinekî bisekine. Ji ber Rojhilata Navîn. Wê dengeyan bibîne. Ka çi heye, çi dibe, giraniya kê çi qase? Li gor wê wê tiştekî bike. Lê dawiya dawî ez ê vê bêjim meseleya Kerkûkê ne hêzên mezin bin taybetî wek Amerîka, Rûsya û dewletên Ewropa bin ez bawer nakim ku bi rahetî bê çareser kirin.

    Bi heman mijarî:

    ‘Îro Kerkûk sibê hemû Kurdistan e'
    Nûnerê PDKê: Dibe Kerkûk ji nû ve were standin
    Rewşa Kerkûk û derdora wê aram e
    Kerîm: Kerkûk ji her kesî mezintir e, Pêşmerge rê nade ti kes derbas bibe
    Rojnamevan Zêrevan: Êrîşî Kerkûk û Mûsilê bikin, dê Amerîka piştgiriya Kurdistanê bike
    Dîroknasê navdar ê tirk: Mûsil û Kerkûk her bûye şûnwarê kurdan
    ‘Eger hûn daxwaza Kerkûk û Mûsilê bikin wê Diyarbekir jî ji destê we here'
    Etîketan:
    Bahra Sipî, madeya 140, Amerîka, Sputnik Kurdistan, Mehmet Alkiş, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de