13:12 24 Gulan 2018
    Kurdistan - Kerkûk

    Lezgînê Çalî: Amerîka serdestiya Îranê qebûl kir

    © REUTERS / Ako Rasheed
    Nûçe
    Lînkê kurt
    Fethullah Ozmen
    0 20

    Nivîskarê kurd Lezgîn Çalî ragihand ku Amerîka dizaniya Iraq piştî şerê DAIŞê herêmên azadkirî yên Kurdistanê wekê Kerkûkê ji kurdan bistîne, lê xwe li beranberî kirinên Iraqê xwe bêdeng kir.

    Doh Heşda Şabî û Artêşa Iraqê kontrola bajêr û bîrên petrole yên Kerkûkê ji Pêşmerge bidestxistin. Hêzên Koalîsyona Navdewletî ku Amerîka pêşengiya wê dike derbarê şer de tu helwest nîşan nedan. Amerîka tenê bi daxuyaniyekê got ku ew dixwazin li herêmê aramî pêk were.

    Li ser şerê Kerkûkê û helwesta Amerîkayê Dr û nivîskar Lezgîn Çalî ji Sputnikê re axivî û ragihand ku Amerîka serdestiya Îranê li Iraqê qebûl kiriye û wiha pê de çû:

    ‘DIBE KU TENÊ LI SÎNORÊ BERIYA DAIŞê BIMÎNE'

    "Rewş xwiya ye Amerîka ji bo vê yekê rê daye Îranê kû hêza serdest li Îraqê be. Anko amrîkîyan bi xwe jî dizanî kû plana Îraqê ya piştî dawîbûna şerê DAIŞê ew bû ko herêmên azadkirî yên Kurdistanê yên mîna Kerkûkê ji kurdan bistînin. Lê xwe li beranberî van bizavên Îraqê bêdeng dikir. Niha jî dibe kû, eger Amerîka her mîna niha bêdeng bimînin, Îraq bixwaze tevaya Kurdistanê, anko Hewlêr û Dihokê jî ji destê kurdan derxîne û hukmeteka ser bi Bexdayê li Hewlêrê ava bike. Lê Amerîka nexwazin, ew dibe kû tenê li sînorên berî şerê DAIŞê bisekinin."

    Bi heman mijarî:

    ‘Îro Kerkûk sibê hemû Kurdistan e'
    Nûnerê PDKê: Dibe Kerkûk ji nû ve were standin
    Rewşa Kerkûk û derdora wê aram e
    Kerîm: Kerkûk ji her kesî mezintir e, Pêşmerge rê nade ti kes derbas bibe
    Rojnamevan Zêrevan: Êrîşî Kerkûk û Mûsilê bikin, dê Amerîka piştgiriya Kurdistanê bike
    Dîroknasê navdar ê tirk: Mûsil û Kerkûk her bûye şûnwarê kurdan
    Etîketan:
    serdestî, Amerîka, Îran, Pêşmerge, Sputnik Kurdistan, Lezgîn Çalî, Kerkûk
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de