16:10 23 Mijdar 2017
Zindî
    êzîdî

    Keça 9 salî: 3 salan dîl mam 3 caran hatime firotin û min gelek lêdan xwar

    © AFP 2017/ AHMAD AL-RUBAYE
    Nûçe
    Lînkê kurt
    0 7020

    Di operasyona kontrolkirina bajarê Reqayê ji DAIŞê de keçeke 9 salî ji rêxistina terorîst hat rizgarkirin. Keça bi navê L.M. serpêhatiyên xwe ji Sputnikê re ragihandin. Keçik dibêje ku DAIŞê 3 caran wê firotiye û ji bo ku lêdanê nexwe bûye Misilman û limêj kiriye.

    Hikmet Durgun

    Keça 9 salî ya Êzîdî ku di operasyona kontrolkirina bajarê Reqayê de ku hat rizgarkirin û niha li kampa Duhokê dimîne ji ajansa Sputnikê re axivî.

    KEÇA 9 SALÎ 3 CARAN FIROTIN

    L.M ya 9 salî ku 3 salan di destê DAIŞê de dîl ma 3 caran hate firotin û gelek caran lêdan xwariye serpêhatiyên xwe cara ewil ji Sputnikê re ragihandin. Di dema axaftina bi Sputnikê re keçik naxwaze rûyê wê bê xuyakirin, lewra ew ditirse ku zirarê bide nas û dostên wê yên di destê DAIŞê de ne û li benda rizgarikirina 3 bira û 18 naskiriyên xwe ye.

    ‘BI ZORÊ EZ BÛM MISILMAN'

    Keça 9 salî serpêhatî û trajediya xwe wiha radigihîne: "14ê Tebaxa 2014an DAIŞê bi ser gundê me de girt. Me dikir bi naskiriyên xwe re birevin lê di dema revê de em desteserkirin. Ez hingî 6 salî bûm. Milîtanên DAIŞê em birine devereke nêzî Şingalê. Li wir min ji malbata min veqetandin. Min kir nekir nehiştin bi malbata xwe re biçim, li min guhdar nekirin. Min û dotmama min avêtine hepse. Di hepsê de gelek zarokên Êzîdî hebûn. Di hepsê de bi zorê ez bûm misilman. Min fêrî Quranê kirin. Gotin ku yên ku limêj nekin û sûreyên limêje jiber nekin ew dê wan bikûjin. Me Quran xwend. Navê me guherandin. Navê min kirine Fatma. Navê keçeke din kirine Cemîle. Piştî ku em sê mehan di hepse de man, me birine Reqayê. Li wir mam. Ez gelek caran digirîm.

    Serê pêşî min firotine fermandarê DAIŞê yê bi navê Abdulselam. Abdulselam ji Rûsyayê tevli refê DAIŞê bûbû. Li mala wî fermandarî rastî destdirêjiyê nehatim. Ji min re digot ez dê te mezin bikim û te wisa bifroşim. Abdulselam yê ku navê wî yê bi rastî Ahmed bû min firote milîtanekî bi navê Ebû Bekir. Piştî ku ez heyamekê li Reqayê mam ez li ba dotmama xwe ya 21 salî bûm ku navê wê jî guherandibûn."

    Keça Êzîdî dibêje ku tu milîtanên DAIŞê li hemberî me tevgerek gelek xerab hebû û hêsir ji çavên wê tên xwarê.

    Zaroka Êzidî
    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Zaroka Êzidî

    ‘QET MERHAMET LI BA WAN TUNE BÛ'

    "Qet merhamet li ba wan tune bû. Her tim bi me de dixeyîdin. Milîtanên DAIŞê yên ku em li mala wan bicî dibûn me di karên malê de dixebitandin. Li Tabkayê li mala DAIŞiyekî mam.

    ‘HSDÊ EM RIZGAR KIRIN'

    Keça Êzidî got: "Ez 3 caran hatim firotin. DAIŞî bo ku ez li cem mamê xwe bimînim 65 hezar dînar dan. Ez dema li Reqayê bûm gotin ku me 3 birayên te û xwişka te kuştine. Min bawer nekir. Ez bawerim hê jî ew dijîn. Dema em di destê DAIŞê de bûn, videoyên infaza nîşanî me didan. Ji me re digotin ku me ev kes ji ber ku sîxûrtî kirine kuştine. Min gelek videoyên tirsnak û dehşetengiz dîtin. Mala me ya Li Tabkayê di bin erdê de bû û pirsgirêka me ya herî mezin av bû."

    ‘GELEKÎ DITIRSIM ÇIMKÎ HÊ JÎ HIN NASÊN MIN DI DESTÊ DAIŞÊ DE NE'

    Keça Êzîdî ya ku gelek êş kişandine û tirsiyaye dibêje, "Di henga operasyona Reqayê de DAIŞî li mal nediman. Diçûne şer. Dema ku bombeyeke şer li nêzî mala me ket ez û mamê xwe me bazda. Em hatine gundekî. Li gund Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) hebûn. HSDê em gihandine Kobanyê. Li wir alikariya me kirin. Min gihandin malbata min. Ez li ser navê xwe kêfxweş im lê li ser navê malbata xwe û 3 birayên xwe gelekî ditirsim çikû hê jî ew dis destê DAIŞê de ne û em hîn bûn ku gelek naskiriyên me kuştine.

    Bi heman mijarî:

    Fermandarê êzdî: Dewleta kurdan hebûna êzdî rastî qetlîamê nedihatin
    Hê jî bi hezaran kurdên êzdî di destê DAIŞê de ne
    AFADê ji 40 malbatên êzdî xwest kampê biterikîne
    Di nava 48 seetên borî de 11 kurdên êzdî hatin rizgarkirin
    Li 20 welatan bêdengî ji bo jinên êzdî
    DAÎŞ`ê 200 kurdên êzdî şehîd kir
    Etîketan:
    şerê li hemberî daişê, operasyon, Suriye, Reqqa
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de