01:28 24 Mijdar 2017
Zindî
    Ala Kurdistan û Iraqê

    Independent: Tiştên qewimîn kesî texmîn nedikirin

    © AFP 2017/ Safin Hamed
    Nûçe
    Lînkê kurt
    0 10701

    Nivîskarê Independentê yê pisporê Rojhilata Navîn Patrick Cockburn diyar kir ku: Li Kerkûkê derket holê ku serokatiya kurd gelekî berbelavtire û dîsa derket holê ku Artêşa Iraqê ji tişta ku dihat texmînkirin bi hêztire.

    Nivîskarê xwedî ezmûn yê Independentê Cockburn, di gotara xwe ya îro de geşedanên li Kerkûkê nivîsin. Cockburn nivisî ku serokatiya siyasî ya kurd ji tişta dihat texmîn kirin zêdetir berbelav bûye û derxist holê ku Artêşa Iraqê bihêztire.

    Cockburn di analîza xwe de dibêje ku: "Referandûm ya rastî ji aliyê gelek kesên ku wan bi xwe jî piştgirî dane Barzanî ve jî wekî xeletiyeke mezin a Barzanî tê dîtin. Kamran Kardaghîyê ku gerînendeyê nivîsgeha taybet yê Celal Talabanî jî dibêje: "Serokatiya kurd texmîn nekir ku dê encamên referandûmê yên wisa hebin. Paşvekişina beşek ji hezên Kurdî encama dawî ya perçebûna serokên kurd û perçebûna di nav partiyên wan de bû.

    "BERTEKA ÎRANÊ A NUKLEERÎ"

    Cockburn di dawiya nivîsa xwe diyar dike ku dibe ev operasyon bi karîgeriya Îranê hatibe kirin: "Dibe ku daxuyaniya serokê dewleta Amerîka Donald Trump ku îna din got ez peymana nukleerî a bi Îranê re nas nakim, di mijare mudaxaleya Kerkûkê de Îran xistibe nav tevgerê ku piştgiriya artêşa Iraqê bike. Iranî her tim di jêr metirsiyê de bûn ku Amerîka Herêma Kurdistanê li hember wan wekî baregehe leşkerî bikarbîne.

    Cockburn di dawiya nivîsê de dide zanîn ku Barzanî mutefikên xwe yên kevn ji xwe bi dûr xistine.

     

    Bi heman mijarî:

    ‘Referandum ji bo serxwebûna Kurdistanê ye'
    Tarîxa referandum û hilbijartinên Herêma Kurdistanê diyar bû
    Ji Kurdistanê bo Îranê: Referandum û serxwebûn mafekî xwezayî ye
    Patrick Cockburn: ‘Dawî li DAIŞê tê'
    Tirkiye: Em ê li gel Îran û Iraqê hêdî hêdî deriyên Kurdistanê bigirin
    'YNK, Îran û Iraqê li ser radestkirina sengeran li hev kiriye'
    Etîketan:
    Artêşa Iraqê, Referandum, Mutefik, rojnameya Independent, Kamran Kardaghî, Patrick Cockburn, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de