09:19 22 Gulan 2018
    Israeli Prime Minister Benjamin Netanyahu speaks at the memorial plaque unveiling ceremony during a trilateral heads of state meeting between Cyprus, Greece, and Israel in Thessaloniki, Greece June 15, 2017.

    Ji Netanyahû bo Zarîfî: Hesabê xwe yê twitterê jê bibe

    © REUTERS / Alexandros Avramidis
    Nûçe
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokwezîrê Dewleta Israîlê Benyamîn Netanyahû bi vîdeo peyamekê bang li Wezîrê Karên Derve yê Îranê Cewad Zarîfî kir û got: "Hesabê xwe(twitter) jê bibe.

    Zarîf di rojên borî de ji hesabê xwe yê twitterê peyamek parvekiribû û gotibû, her Îraniyek perçeyekî Artêşa Pasdarên Şoreşa Îranî ne û piştgiriya wê dikin.

    ​Netanyahû diyar kir ku tweeta Zarîfî ‘derewe' û "Ez dixwazim bê gelê Îranê derbarê vê tweetê de çi difikire. Mixabin rejîm destûrê nade ku ew twitterê bikarbînin. Îronîke, ma bi ya we jî ne wisa ye?

    Netanyahû diyar kir ku ew ewleye ku "Îranîyekî ji rêzê ji kuştina mêr û jinên mehsûm yên bi destê Pasdarên Şoreşê ne serbilinde" û weha pê de çû: "Rojekê wê gelê Îranê azad bibe. Dê bi azadî tweetan biavêjin û dema dîktatorên wan ew bi DAIŞê re dane ber hev dê bi azadî fikrên xwe bêjin."

    Netanyahû bi vê gotinê dawî li daxuyaniya xwe anî:

    Peyameke min a hêsan heye ji Wezîrê Karên Derve yê Îranê: Hesabê xwe jê bibe.

     

    Bi heman mijarî:

    Trump bo Netanyahû: Divê Îsraîl nermtir tevbigere
    'Netanyahû amadekariya şerê Xezzeyê dike'
    Dîroka hevdîtina Trump û Netanyahû diyar bû
    Zarîf: Dibe Îran ji peymana nûkleerî vekişe
    Ji Lavrov bo Zarîf: Dema tu hate Rûsyayê wekî rûsan tev bigere
    Zarîf: Me ji Mesûd Barzanî re got referanduma serxwebûnê nekin
    Etîketan:
    hesabên medyaya civakî, hesab, Îran, Cewad Zarîfî, Benjamîn Netanyahu, Îsraîl
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de