20:39 26 Gulan 2018
drapeau du Kurdistan

Endamê Kongreya Amerîkayê: Divê Amerîka piştgiriya serxwebûna kurdan bike

© AFP 2018 / Safin Hamed
Nûçe
Lînkê kurt
0 10

Endamê Kongreya Amerîkayê Trent Franks tundûtûjiya li Kerkûkê şermezar dike û daxwaz ji rêveberiya Serokê Amerîkayê Donald Trump dike, ku Kurdan biparêze û rê nede Iranê ku karîgeriya xwe lê bike.

Endamê Kongreya Amerîkayê Trent Franks daxuyaniyek ragihand û tê de qala êrişa Kerkûkê kir ku ji aliyê Heşdî Şabî û hêzên Iraqê yên bi piştevaniya Supaya Pasdarên Îranê ve hatiye kirin.

Trent Franks diyar kir ku, Heşdî Şabî rengê xwe yê rasteqînî nîşan da û ew ne ligel aramiya hemû Iraqê û rojhilatê navîn in, û "ew leşkerên rêjîmeke gendel in li Tehranê ne" û dixwazin hîlala Şîe ava bikin.

Franks di beşekî din a daxuyaniya xwe de dibêje, tedbîrên me ji bo nehiştina aloziyan hebû û divê Amerîka li hemberî hevpeymanên xwe yên dilsoz xemsar nebe ku ew jî Kurd in û pêwîst e rêz li xwesteka dostên me yên dilsoz were girtin, ku biryarê li ser çarenivîsa xwe didin. Endamê Kongreya Amerîkayê herweha destnîşan kir ku dema Amerîka serxwebûna xwe ji Birîtanya wergirt, wê demê berpirsên cîhanê ligel me hevsoz bûn, lewma divê Amerîka piştgiriya hewlên Kurdan ji bo serxwebûnê bike, ji ber ku di berjewendiya niştîmaniya Amerîka de ye.

 

 

Bi heman mijarî:

Helmat Xerîb: Bexda ji biryaran venegere, di 6-7 mehan de serxwebûn tê ragihandin
Şêwirmendê Erdogan: Serxwebûn were ragihandin em nikarin petrolê bifroşin
El Zewatî: Bexda wiha dewam bike, dibe serxwebûn bêyî referandûmê jî were ragihandin
Hevserokê HDPê: Serxwebûn ji bo gelê kurd wekî şîrê dayîkê helal e
Konseya Ewlehî referanduma serxwebûn a Kurdistanê qebûl nekir
Erebîstana Siûdî: Serxwebûn mafê rewa yê Kurdistanê ye
Etîketan:
Kurdistan, Serxwebûn, Amerîka, Trent Franks, Amerîka
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de