07:48 12 Kanûn 2017
Zindî
    MGK Civîna Lijneya Milî ya Tirkiyê

    Ji MGKyê bo Kurdistanê du mueyideyên nû

    © REUTERS/ Hakan Goktepe/Prime Minister's Press Office
    Nûçe
    Lînkê kurt
    0 02

    Lijneya Ewlehiya Neteweyî ya Tirkiyê pêşniyar kir ku rewşa awarte 3 mehan din were dirêj kirin, qada asîmanî li Herêma Kurdistanê were girtin û deriyên sînorî ji bo Bexdayê werin dayîn.

    Civîna Ewlehiya Neteweyî ya Tirkiyeyê(MGK)
    © Foto: Cumhurbaşkanlığı / Yasin Bülbül
    Civîna Lijneya Ewlehiya Neteweyî (MGK) di jêr serokatiya Serokomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan de civiya û saetek û çil deqîqeyî berdewam kir.
    Di civînê de 3 biryar derketin. Biryara ewil ew bû ku rewşa awarte ya li Tirkiyê 3 mehe din were dirêjkirin.

    JI BO KURDISTANÊ DU MUEYIDE

    Di civînê de diyar bû ku ji bo Kurdistanê du mueyide hatine pêşniyar kirin. MGKyê pêşniyar kir ku, Qada asîmanî a Tirkiyê li ber Herêma Kurdistanê were girtin. Divê pêvajoya dewrkirina deriyê sînorî yê Xabûrê ji bo Hikûmeya Bexdayê were destpêkirin.

    Bi heman mijarî:

    MGK îro ji bo referanduma serxwebûna Kurdistanê dicive
    MGK: Referandûm xetayeke xeterî ye
    MGK: Piştgirîya YPGê bi hevalbendî û dostanîyê re bihev nake
    MGK: Piştgiriya PYDê ziyanê dide têkiliyên dostane
    MGK: Em destûrê nadin korîdora terorê
    Etîketan:
    Mueyide, Rewşa awarte, MGK, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de