06:25 13 Kanûn 2017
Zindî
    Ajaldarî ne ma, dest bi tûtinê kirin

    Ajaldarî nema, dest bi tûtinê kirin

    © Sputnik/ Sertaç Kayar
    Nûçe
    Lînkê kurt
    Sertaç Kayar
    0 0 0

    Li Amedê ji ber şer û pevçunên li gundan çandinî û ajaldarî kêm dibe û ev yek jî dibe sedema koçberiyê. Malbatên ku naxwazin li bajarên rojavayê Tirkiyê bibin karkerên demsalî dest bi hilberîna tûtinê dikin û debara xwe bi vî rengî dikin.

    Amed - Amedê Di nav hebûnê de tinebûn
    © Sputnik/ Sertaç Kayar
    Li bajarên kurdan şer, pevçun, qedexe û operasyonên leşkerî jiyana li gundan zor û zehmet dike. Ajaldarî û çandinî kêm dibe û ev yek jî dibe sedema pirsgirêkên aborî. Gelek gundî ji ber bêkariyê koçî navenda bajaran an jî bajarên rojavayê Tirkiyê dikin û kare dem salî dikin. Li Amedê hinek malbatên ku naxwazin bibin karkerên demsalî dest bi karen cuda dikin. Yek ji wan karan jî hiberîna tûtinê ye. Welatî di kargeheke biçûk de tûtina ku ji gundên xwe tînin amade dikin û difroşin.

    ‘LI GUNDAN AJALDARİ NE MA'

    Welatiyên ku hilberîna tûtinê dikin ji ajansa Sputnik Kurdistanê re axivîn û gotin: "Li gund ajaldarî nema em jî bi tûtinê debara mala xwe dikin." Di hundirê kargehê de jin û mêr bi hevre tûtinê amade dikin. Nêzi 20 malbatan debara xwe bi vê kargehê dikin. Ji welatîyan Ferit Tekin diyar kir ku ev 50 sale kare tûtinê dike û tûtina ku şirketên taybet nakire ew amade dikin û difroşin. Tekin wiha axivî: "Berê TEKELê dikirî lê aniha dibêjin ‘bifroşin şirketên taybet'. Aniha em amade dikin û difroşin. Heger şirket werin em didin heger neyên em difroşin. Pereyên nanê zarokê xwe em ji vir derdixin."

    'LI AMEDÊ 20 HEZAR KES JI TÛTİNÊ NAN DIXWIN'

    Tekin dibêje ku serê kiloyê hezar TL an 75 kuruşan kar dike. Tekin wiha axivî: "Hinek malbat diçin bajarên rojavayê Tirkiyê û weke karkerên demsalî dixebitin. Ji bo em jî neçin em kare xwe dikin. Ji vî karî nêzi 20 hezar kes nan dixwe. Ji xwe ajaldarî û çandinî nema em mecbur man ku karekî din bikin. Aniha dibêjin ku dewlet dê qedexe bike. Heger were qedexe kirin dê nane me ji me bistînin. Em qebul nakin."

    Bi heman mijarî:

    Li ser rêya Amed û Mêrdînê teqîn: 2 leşker hatin kuştin
    Tahir Elçî li Amed û Stenbolê tê bibîranîn
    Amed - Dîsa qedexeya derketinê hat ragihandin
    Amed - Li banê avahiyeka leşkerî teqîn çêbû
    Karsazên Amedê bertek dan êrişên Amed û Qoserê
    Seferên Amed û Hewlêrê dest pê kir
    Etîketan:
    tutin, ajaldarî, valakirin, gund, Sputnik Kurdistan, Ferit Tekin, Diyarbekir
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de