00:18 21 Hezîran 2018
Pêşmerge

Fermandariya Pêşmerge: Heşdî Şabî bi pêşengiya Pasdarê êrîş dike

© Sputnik / Hikmet Durgun
Nûçe
Lînkê kurt
0 0 0

Fermandariya Giştî ya Hêza Pêşmerge ya Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand: "Ji danê sibê yê îro ve hêzên Heşdî Şabî yên bi ser Supaya Pasdaran a Îranê ve bi fermandariya Iqbalpûr û bi hevkariya hêzên Iraqê êrişeke berfireh ji bo ser Kerkûkê û navçeyên derdora Kerkûkê dest pê kirine. Ev êriş ragihandina şer e li dijî gelê Kurdistanê."

Referandûma Serxwebûna Kurdistanê - Keleha Kerkûkê
© Sputnik / Hikmet Durgun
Fermandariya Hêza Pêşmerge herwiha dibêje:

Ev êriş ku ji aliyê hikûmeta Iraqê û Heşdî Şabî û hêzên ser bi Biryargeha Quds a Supaya Pasdaran hatiye pêkanîn, tolhildan e ji xelkê Kurdistanê ku daxwaza azadiyê kirine û tolhildane ji xelkê serbilind ê Kerkûkê ku helwesteke mêranî nîşan dan.

Mixabin hinek berpirsên YNKê jî alîkarê wê pîlangêriya li dijî gelê Kurdistanê bûne û xiyaneteke mezin û dîrokî li Kurdistanê û wan şehîdan kirine, ku di bin ala YNKê de canê xwe fîdayê Kurdistanê kirine, ew çend berpirs hinek cihên hesas bêyî şer ji hêzên Heşdî Şabî û Supaya Pasdaran a Îranî re vala kirine û kek Kosret bi tenê hîştine.

Em ji hemû aliyan re radigihînin ku ew êrişa Heşdî Şabî û hêzên iraqî bi çek û wesayitên zirhî û tankên Abrahams ên amerîkî û çekên din ên Hevpeymanan encam dane, ew çekên amerîkî demek e ku di jêr navê şerê DAIŞê de bi artêşa Iraqê û Heşdî Şabî tên dan, ew di demekê de bû ku di şerê DAIŞê de. Ji bo şer û berevaniya li hember terorîstan çekên pêwîst bo pêşmerge nehatine dayin.

Em li vir gelê Kurdistanê piştrast dikin ku zêdebarî hebûna nepakiya hinek berpirsan û pîlangêriya hikûmeta Iraqê û Supaya Pasdaran, lê belê Hêza Pêşmerge ya Kurdistanê bi moralekî bilind li hemû cihan berevaniyeke qehremanane dike û em teqezî jî dikin, ku ne mumkin e ku pîlangêrî îradeya gelê Kurdistanê têk bişkîne û em rê bidin neyarên gelê Kurdistanê serbikevin.

Bi heman mijarî:

Kerîm: Kerkûk ji her kesî mezintir e, Pêşmerge rê nade ti kes derbas bibe
Rojnamevan Zêrevan: Êrîşî Kerkûk û Mûsilê bikin, dê Amerîka piştgiriya Kurdistanê bike
Dîroknasê navdar ê tirk: Mûsil û Kerkûk her bûye şûnwarê kurdan
‘Eger hûn daxwaza Kerkûk û Mûsilê bikin wê Diyarbekir jî ji destê we here'
HDP: Kesên ku di heyata xwe de Kerkûk neditine vêga behsa wê dikin
Barzanî li Kerkûk bi YNKê re civîneke giring li dar dixe
Etîketan:
DAIŞ, YNK, Kurdistan, Êrîş, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de