22:46 12 Kanûn 2017
Zindî
    Serokdewletê Rûsyayê Vladimir Putin - Qralê Erebîstana Siûdî Selman bin Abdulaziz el Suud

    ‘Rûsya û Erebistana Siûdî ji bo sewqiyata çekan hinek peyman îmzekirin'

    © Sputnik/ Mikhail Klementiev
    Nûçe
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Cîgirê gerînendeyê şîrketa Rosoboroneksport ku şîrketa Rûsya a çek îxrackirinê ye Sergey Goreslavskiy ragihand ku di çarçoveya ziyareta qralê Erebistanê ya ji bo Rusya de ji bo sewqiyata çekan wan hinek peyman îmze kirine.

    Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn - Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan
    © AFP 2017/ Alexander NEMENOV
    Goreslavskiyê ku ji rojnameyan re axifî diyar kir ku di navbera Rûsya û Erebistana Siûdî de derbarê sewqiyata çekan de gelek peyman hatine îmzekirin. Goreslavskiy derbarê peymanan de zêde agahî nedan.

    Berî niha berdevka Saziya Hevkariya Teknîkî ya Federalî a Rûsya Mariya Vorobyeva diyar kiribû ku Rûsya û Erebistana Siûdî li ser sewqiyata pergalên moşekên S-400î lihevkirine. Berdevkê ragihandibû ku her du dewletan di warê pergalên tanqşikên Kornet-EM, topên giran TOS-1A Buratîno, bombavêjên AGS-30 keleşkofên AK-103 de jî lihev kirine.

     

    Bi heman mijarî:

    Rûsya qod ên S-400î nade Tirkiyeyê
    Moskow: Moşekên THAADê ku Amerîkayê li Korey Başûr bi cih kirine Rûsya û Çînê hedef digre
    Peymana S-400î di navbera Rûsya û Erebistana Siûdî de
    Rîyad bi kirîna S-400 dixwaze nakokiyên di navbera Rûsya û Emerîkayê de bikar bîne
    Rûsya: Me Omer Şîşanî kuşt
    Rûsya bertek nîşanî daxuyaniyên Erdogan dan
    Etîketan:
    S-400, çek, peyman, Sputnik, Sergey Goreslavskiy, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de