22:36 18 Hezîran 2018
Heyder Ebadî

Ebadî bang li pêşmerge kir: Beşdarî artêşa Iraqê bibin

© REUTERS / Alaa Al-Marjani /File Photo
Nûçe
Lînkê kurt
0 01

Serokwezîrê Iraqê û Fermandeyê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand ku: "Tişta me li Kerkûkê kiriye tenê bicîhanîna erkeke destûrî ye ji bo selimandina desthilata federalî û parastina samanên nîştîmanî ye."

Herwiha Ebadî daxwaz ji hêzên pêşmerge jî kir ku weke beşek ji hêzên çekdar ên Iraqê, di bin fermandariya serkirdetiya navendî de erkên xwe bicîh bînin.

Ev çend roj e Artêşa Iraqê û Heşdî Şabî hêzên xwe anîbûn Başûrê Kerkûkê û gefa kontrolkirina bajêr û navçeyên wê didan.

Şeva derbasbûyî hêzên Heşdî Şabî ji eniyên Daquq, Taze û Xurmato êrîşê ser çeperên pêşmerge kirin. Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihand ku Heşdî Şabî bi çekên amerîkî êrîşî pêşmerge dikin. Hêzên Iraqê raste rast bi fermana Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî dest bi vê êrîşê kirine û dixwazin pêşmerge bajarê Kerkûkê radestê wan bikin.

Bi heman mijarî:

‘Eger hûn daxwaza Kerkûk û Mûsilê bikin wê Diyarbekir jî ji destê we here'
Dîroknasê navdar ê tirk: Mûsil û Kerkûk her bûye şûnwarê kurdan
Rojnamevan Zêrevan: Êrîşî Kerkûk û Mûsilê bikin, dê Amerîka piştgiriya Kurdistanê bike
‘Kerkûk Quds û dilê Kurdistanê ye û dê her wilo bimîne'
Kosret Resûl: Dê Pêşmerge Kerkûk biparêze
HDP: Kesên ku di heyata xwe de Kerkûk neditine vêga behsa wê dikin
Etîketan:
gef, Iraq, artêş, Pêşmerge, Heyder Ebadî, Iraq
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de