17:59 13 Kanûn 2017
Zindî
    Berdevkê Wezareta Pêşmerge Helgurd Hîkmet

    Helgurd Hîkmet: Hêza pêşmerge paş da venakişe dê di berevaniyê de berdewam be

    © Sputnik/ Osman Başqali
    Nûçe
    Lînkê kurt
    Osman Başqalî
    0 0 0

    Berdevkê Wezareta Pêşmerge Helgurd Hîkmet ragihand ku niha şer li Kerkûkê û derdorên wê rawestiyaye û hêza pêşmerge di sengerên xwe de ye û bi tu awayî paşda venakişe.

    Herweha berdevkê Wezareta Pêşmerge ji bo Sputnik Kurdistan ragihand ku: "Wezareta pêşmerge ferman nedaye tu hêzek cihê xwe bernede û paşda nevegere û her berpirs û fermandarek jî erkê xwe bicî neke, wê bi xwe berpirs bibe û ji aliyê dadgeheke leşkerî ve were dadgehkirin û sizadan.

    Helgurd Hîkmet derbarê şandina hêza bêtir ji bo Kerkûkê da zanîn ku: "Berî çend roja me hêz şandiye û îro jî me hêzeke herî mezin ji bo Kerkûkê û derdorên wê şandiye.
    Hîkmet weha pê de çû: "Helwesta dawî a wezareta pêşmerge ‘emê şer bikîn me çi ferman bi hêza pêşmerge nedane êrîşî artêş û Heşdî Şabî bikîn, lê eger êrîşên wan berdewam bin emê bi tundtirîn şêwe bersiva wan bidîn' û hikumeta Iraqê berpirsiyarê vê rewşa aloze ku li Kerkûkê heye.

    Derbarê helwesta Amerîka û welatên hevpeymanî de Helgurd Hîkmet aşkera kir ku. "Niha şandeke Amerîkî li gel şandeka berpirsiyarên Hikumeta Herêma Kurdistanê li Hewlêrê Di civînê de ye û em pêşbînî dikîn ku Amerîka hewl bide rê ji teşenebûna rewşê bigire û nehêle rewşa ewlehiyê bêtir aloz bibe.

    Bi heman mijarî:

    Ji walî bo NY: Kerkûk jî tevlî referanduma serxwebûnê dibe
    Referandûm ji sedî 90 amade ye: Buroyên Mûsil, Kerkûk û Xaneqînê vedibin
    'Piştî referandûmê divê Kerkûk bibe xwediyê statuyeke taybet'
    Kosret Resûl: Dê Pêşmerge Kerkûk biparêze
    Bahçeli: Piştî 81 Duzceyê 82 Kerkûk û 83 jî Mûsil e
    ‘Eger hûn daxwaza Kerkûk û Mûsilê bikin wê Diyarbekir jî ji destê we here'
    Etîketan:
    berevanî, hevpeyman, Hêz, Sputnik Kurdistan, Helgurd Hîkmet, Kerkûk, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de