08:30 13 Kanûn 2017
Zindî
    Kerkûk

    Gav bi gav ber bi şerê Kerkûkê...

    © AFP 2017/ Marwan IBRAHIM
    Nûçe
    Lînkê kurt
    Êrişa li ser Kerkûkê (43)
    0 0 0

    Li Kerkûkê şer destpêkir. Şerê Kerkûkê çawa hat kê çi got, daxuyanî çi bûn? Daxuyaniyên li ser Kerkûkê hatibûn ragihandin çi digotin?

    13ê vê mehê Serfermandarê Artêşa Iraqê Osman Elxanimî gef xwar ku dê Kerkûkê kontrol bikin û ragihand, li gorî destûrê Kerkûk girêdayî Iraqê ye û bi çi awayî be, dê vî bajarî kontrol bikin.

    Herwiha roja 13ê vê mehê li Xurmatuyê Heşdî Şabî êrîşî hin partî û malê kurdan kirin. Hin malbataên kurd naçar man ku malên xwe biterikînin. 14ê mehê ev şer rawestiya.

    Roja 14ê vê mehê Fermandarê Hêzên Pêşmerge General Sîrwan Barzanî bi televizyoneke siûdî re axivî û destnîşan kir ku tevgerên hêzên iraqî êrîşkar dixuyên û teqez kir ku hêzên wan di nava Kerkûkê de di rewşa amadebaşiyê de ne û dê ji Kerkûkê venekişin.

    Dîsa di 14ê mehê de Artêşa Iraqê belavokek belavkir û got em li benda fermanê ku bikevine Kerkûkê. Herwiha di belavokê de bang li Kerkûkiyan hate kirin ku ne rahêjin çekan û xwe dûrî navendên partiyan bigrin.

    Banga Artêşa Iraqê li niştîcihên Kerkûkê
    © Sputnik/ Osman Başqalî
    Banga Artêşa Iraqê li niştîcihên Kerkûkê

    Roja 14ê mehê saetên êvarî Parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm, di civîneke rojnamevanî de li ser rewşa metirsîdar a Kerkûkê ku hêzên Heşdî Şebî û artêşa Iraqê amadekariya şer dikin axivî û got, "Kerkûk ji hemû kesî mezintir e, dê ti kes nikaribe derbasî bajêr bibe." Kerîm ligel fermandeyê mihwera rojavayê Kerkûkê Kemal Kerkûkî derket pêşberî rojnamevanan û ragihand, "Hêzên pêşmerge li Kerkûk û hemû mihweran rê nade ti kes derbasî bajêr bibe û weke bajarên din me dît ku, çawa îşkenceya welatiyên sivîl dikirin."

    Roja 15ê mehê saetên sibehî peyamnêrê Sputnik Kurdistanê ragihand ku rewşa Kerkûkê û herêmê îro aram e û şeva borî jî ti şer çênebûye, tenê hinek bizavên Heşdî Şeibî û artêşa Iraqê li nêzî sengerên pêşmerge pêkhatine lê teqe nehatine berdan.

    Roja 15ê mehê Cîgirê Serokomarê Iraqê Eyad Elawî daxuyaniyek belav kir û ji bo çareserkirina aloziyên di navbera Bexda û Hewlêrê de daxwaza civîneke nîştimanî ya bilez kir. Eyad Elawî got: "Ji bo çareserkirina pirsgirêka herêmên bi nakok û destnîşankirina nexşerêyekê ji bo dahatûya siyasî divê civîneke nîştimanî ya bilez dest pê bike."

    Roja 15ê mehê li hember daxuyaniyên li ser Kerkûkê Fermandarê Hêza Piştevaniyê ya Yekê yê Pêşmerge Sîhad Barzanî daxuyaniyek belav kir û ragihand ku, hêza Pêşmergeyên Kurdistanê bi fermana Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî nehatine navçeyên sînorê Kerkûkê û dê bi fermana wî jî dernekevin.

    Dîsa roja 15ê mehê Berdevkê Haşdî Şabî li bajarê Tazexurmatûyê Elî Husênî ragihand ku ji îro pêve em şerê kurdan nakîn ji bo ku rêberê şîe yê li Iraqê Ayetullah Elî Sîstanî fetwayek belav kir û şerê dijî kurdan heram kir.

    Îro Ajansa Ewlehiyê li ser hesaba xwe yê twittirê diyar kir ku hêzên artêşa Iraqê û Heşda Şebî ji aliyê Tazexurmato dest bi tevgera leşkerî kirine.

    Balyozê Berê yê Amerîka yê li Iraqê û siyasetmedarê navdar Zalmay Khalilzad li ser êrişa Heşdî Şabî a bi ser Kerkûkê de peyamek da û ragihand: "Milîsên Supaya Pasdaran a Îranê êrişî Kerkûkê kirine."

    Mijar:
    Êrişa li ser Kerkûkê (43)

    Bi heman mijarî:

    Rewşa Kerkûk û derdora wê aram e
    Kerîm: Kerkûk ji her kesî mezintir e, Pêşmerge rê nade ti kes derbas bibe
    Rojnamevan Zêrevan: Êrîşî Kerkûk û Mûsilê bikin, dê Amerîka piştgiriya Kurdistanê bike
    Dîroknasê navdar ê tirk: Mûsil û Kerkûk her bûye şûnwarê kurdan
    ‘Eger hûn daxwaza Kerkûk û Mûsilê bikin wê Diyarbekir jî ji destê we here'
    Bahçeli: Piştî 81 Duzceyê 82 Kerkûk û 83 jî Mûsil e
    HDP: Kesên ku di heyata xwe de Kerkûk neditine vêga behsa wê dikin
    Barzanî li Kerkûk bi YNKê re civîneke giring li dar dixe
    Etîketan:
    Iraq, Şer, Kerkûk, Kurdistan, Kerkûk, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de