07:14 14 Kanûn 2017
Zindî
    Şervanên HSDê-Reqa

    Li Reqayê bi sedan sivîl di encama bombebaranên xelet yên koalîsyonê de mirin

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Nûçe
    Lînkê kurt
    0 01

    Hat ragihandin ku li bajarê Reqa yê Suriyê di encama bombebarandina balafirên koalîsyona ku Amerîka pêşengiya wê dike de bi sedan sivîl mirine. Balafiran sivîlên ku diçine avê jî bombebaran kirine. Reqayiyên ku ji Sputnikê re axifîn gotin ev yek pir caran pêk hatiye û gelek xizmên xwe ji dest kirine.

    Hikmet Durgun

    Balafirên koalîsyona navneteweyî yên di jêr pêşengiya Amerîka da di têkoşîna li dijî DAIŞê de, dema li Reqayê bombe baran kirine bi xeletî bi sedan sivîl jî kuştine. Balafirên koalîsyonê ku di vê mijarê de bi sedan caran hatine rexne kirin.

    Ajansa Sputnik kete nava bajarê Reqa ku şer bi giranî lê berdewam dike û bi mexdûrên van bombebaranên xelet re hevdîtin pêkanîn. Mistefa Ehmedê Reqayî di encama bombebaranên balafirên koalîsyonê de tekane kurê xwe û xwarziyê xwe ji dest daye. Ehmed weha axifî: "Kurê min û xwarziyê min dema diçûn ku ji çalê avê bikşînin, di encama êrîşa balafirên koalîsyonê de mirin. Tenê kurekî min hebû, ew jî aliyê balafirên koalîsyonê ve hate kuştin. Hefteya din dor saet şeşê sibehê di êrîşa balafiran de mirin. Her roj diçûn ji heman cihî av dianîn." Ehmed axaftina xxwe weha berdewam kir: "Ez Minbiçî me lê ev çend sal in li Reqayê me. DAIŞê zilemek mezin li me dikir. Cilên me dixwestin em nikarî li xwe bikin. Dema em diçûn ji çalê avê bikşînin digotin pêşî dor a micahidan e. Niha ez ê biçim Minbiçê. Derfêt çêbibin ez ê li wir bimînim. An na mecbûr ez ê li kampan bimînim.

    Kadir Îbrahîmê ew jî mexdûrekî balafirên koalîsyonê ji ajansa Sputnîkê re ev tişt gotin: "Berî bi 4 rojan kurê min ê 19 salî û braziyê min dema diçûn ku avê ji çalê bikşînin di encama êrîşa balafiran de jiyana xwe ji dest dan. Tevî kurê min 35 kesan di encama êrîşên balafirên koalîsyonê de jiyana xwe ji dest dan. Hemû jî sivîl bûn. çûbûn avê bînin. Li gel çala avê kom bibûn."

    Qadir Îbrahîm welatiyekî Reqayê
    © Sputnik/ Sputnik
    Qadir Îbrahîm welatiyekî Reqayê

    LI REQAYÊ 2-3 HEZAR SIVÎL HENE

    HSD
    © REUTERS/ Goran Tomasevic
    Fatma Alî ya 35 salî ku jî diyar kir ku di encama êrîşên balafiran de hevserê xwe ji dest kiriye û weha pê de çû: "Em li taxa Bedo a Reqa rûdiniştin. Hevserê min û 50 kesên din di encama êrîşên balafirên koalîsyonê de jiyana xwe ji dest dan. Hevserê min û gelek sivîlên din di jêr bermahiyên avahiyekê de man. Me ji ber êrîşên hewayî nekarî cenazeyê wî derxînin. Niha ez û kur û keçek man. Ez ji Tebqa me lê hevserê min Reqayî bû." Alî aşkere kir ku li Reqayê gelek sivîlan jiyana xwe ji dest daye û berdewam kir: "Em difikirîn ku li Reqayê dê şer zû biqede. Me ji ber nîşanger û pevçûnan nedikarî ji bajêr derkevin. Li Reqayê hîn jî di navbera 2-3 hezaran de sivîl hene. Rewşa wan pir nexweş e.

     

    Bi heman mijarî:

    HSD: Dibe ku Reqa ji dema pêşbînkirî zûtir bikeve
    Şêneyên Reqa û Tabqayê li Kampa- El Keramê di nav zehmetiyê de ne
    HSDê rêya navbera Reqa û Tebqayê bidest xist
    Fermandarê Amerîkî: Operasyona Reqa û Mûsilê dibe ku 2 salan bajo
    Rêya di navbera Reqa û Minbicê ji terorîstan hate paqijkirin!
    REQA - 250 leşkerên Amerîkayê derbasî Sûriyeyê bûn
    Etîketan:
    mirin, koalîsyona navdewletî, Reqa, Sivîl, Koalîsyona Dijberiya DAIŞ, DAIŞ, Mistefa Ahmed, Fatma Alî, Kadir Îbrahîm, Suriye, Reqa
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de