02:01 22 Cotmeh 2017
Zindî
    Nûnerê Rêvebirîya Xweserîya Demokratîk a Rojavayê Kurdistanê li Federasyona Rûsyayê Rodî Osman

    Rodî Osman: Êrişa li ser Efrînê li dijî prensîbên Rûsyayê ye

    © Sputnik/ Bayram Şeker
    Nûçe
    Lînkê kurt
    0 17750

    Nûnerê Rêvebirîya Xweserîya Demokratîk a Rojava li Federasyona Rûsyayê Rodî Osman ji alîyê Rûsyayê ve vexwendina fermandarê giştî yê YPGê, operasyona Tirkiyeyê ya li Îdlîbê, ihtimala êrişa li ser Efrînê, operasyona Reqa û Dêrazorê, hevdîtinên Astana û Cenevê û her weha referandûma serxwebûnê ya Başûrê Kurdistanê ji Sputnik Kurdistanê re nirxandin.

    Bayram Şeker

    Rodî Osman derbarê ji alîyê Rûsyayê ve vexwendina fermandarê giştî yê YPGê Sîpan Hemo de destnîşan kir ku danûstandin û hevdîtinên Rêvebirîya Xweser a Rojava û dewletên din her tim pêk tên û wiha got: "Kurd li Sûrîyeyê hêzeke xwedî bandor in. Rûsya jî alîyeke giring ê krîza li Sûrîyeyê ye û hewl dide pozîsyona xwe xurttir bike. Ji bo çareserkirina krîza Sûrîyeyê hevdîtinên me her dem çêdibin. Hevdîtina şandeya YPGê ya bi serokatîya fermandarê giştî yê YPGê Sîpan Hemo jî di vê çarçoveyê de pêk hat. Di wê hevdîtinê de mijarên leşkerî, şerê li dijî terorê û helwesta alîyan a çareserkirina krîza Sûrîyeyê hatin gotûbêjkirin".

    RÛSYA JI DAXWAZÊN KURDAN HAYDAR E

    Rodî Osman derbarê helwesta Rûsyayê ya  federalîya Sûrîyeyê de destnîşan kir ku Rûsya Destûreke nû û di wê Destûrê de ji kurdan re otonomîyeke çandî pêşnîyar dike û got: "Rûsya derbarê pêşeroja Sûrîyeyê de dibêje ku gelên Sûrîyeyê bi xwe gereke biryara pêşeroja xwe bidin. Li gor pêşnîyara Rûsyayê gereke destûreke nû bête dirûstkirin û di wê destûrê de ji kurdan re otonomîyeke çandî bête mîsogerkirin. Rûsya hem ji rewşa Sûrîyeyê û hem jî ji daxwazên kurdan haydar e. Niha bi navbeynkarîya Rûsyayê hevdîtinên me û rejîmê çêdibin. Li gor nêrîna me krîza Sûrîyeyê tenê bi sîstema federalî ve dikare çareser bibe. Ew jî wan daxwazên me dinirxînin, wan rastîyan berbiçav digirin. Şêweyê herêmên agirbestê nêzî çareserîya federal in. Ji ber ku taybetmenîyên wan herêman jî cuda ne".

    OPERSYONA IDLÎBÊ DORPÊÇKIRINA EFRÎNÊ YE

    Derbarê opesyona Tirkiyeyê ya Idlîbê jî Osman dîyar kir ku armancên Tirkiyeyê yên vê operasyonê cuda ne û wisa ragihand: "Idlîb xwedî rewşeke taybet e û bi piranî di destê Cephet El-Nusra de ye. El-Nusra bi Tirkiyeyê re dixebitî. Di wan demên dawîyê piştî lihevkirina rejîm û beşeke opozîsyonê, çekdarên wan ber bi Idlîbê ve vekişîyan û Idlîb bû wek îmareyeke îslamî. Niha dixwazin ku Idlîbê wek herêma çaremîn a agirbestê ragihînin. Lê, di heman demê de niha di navbera Tirkiye û Cephet El-Nusrayê de jî hevdîtin didomin û gelek işaretên hewceyê lêpirsînkirinê têne dîtin. Tirk dixwazin bi rengeke ji rengan ji wê rêxistinê re di pêşeroja Idlibê de cihekê bibînin. Hevdîtinên wan jî îro li Idlibê bi xwe de têne meşandin. Tirk niha derbazî Idlîbê bûne û dixwazin li ser sînorê Idlîb û Efrînê bi cih bibin. Armanca dewleta tirk a opersyona Îdlîbê, ku ew bi xwe jî bi awayeke vekirî dibêjin, kurd in, anku dorpêçkirina Efrînê ye".

    ARMANCA TIRKAN LI IDLÎBÊ MAYÎNDEKIRINA CEPHET EL NUSRAYÊ YE

    Nûnerê Rêvebirîya Xweserîya Demokratîk a Rojava dîyar kir ku tirk dixwazin têkilîyên xwe yên bi rêxistinên îslamî re bikar bînin û wiha axivî: "Ehrar-uş  Şam, Ebû Zengî, Sultan Mûrat, Ceysul Îslam û Cephet El-Nusra bi Tirkiyeyê re di nav têkilîyên xurt de ne. Dema tirk derbazî Idlîbê bûn di navbera wan de tu şer derneketin, tirk bi hêsanî derbaz bûn. Tirk dixwazin wan rêxistinên wek Cephet El-Nusra entegreyê herêmên agirbestê bikin.

    Di meseleya Idlibê de Rûsya, Îran û Tirkiye xwedî berjewendîyên xwe yên taybet in. Berjewendîya tirkan a esasî li wê derê mayîndekirina Cephet El-Nusrayê ye. Ew dixwazin wê rêxistinê bi rengeke din bidin dîyarkirin. Rûs jî dixwazin Cephet El-Nusrayê têk bibin. Ji ber ku wê rêxistinê îro li Lataqya heta Derayê xwe li ser pîya girtîye. Hêzeke terorîst e. Ew herêm ji bo Îranê jî pir giring e, ji ber ku hem çend gundên şîa li wê derê ne û hem jî dixwaze korîdorekê çêbike û xwe bigihîne Deryayê. Armanca tirkan jî ji xwe eşkere ye, dixwazin pêşîyê Efrînê dorpêç bikin, tengav bikin û paşê êrişê lê bikin. Ji ber cudabûna armancên hersê dewletan, itifaqa wan jî nagihije tu encaman û krîza li Idlîbê wê her tim berdewam bike. Em komên li Idlîbê şer dikin baş nas dikin. Di navbera wan koman bi xwe de jî gelek nakokî û hevqebûlnekirin heye. Dewleta tirk wê wan nakokîyên wan her tim bikar bîne. Em dewleta tirk baş nas dikin, tu carî li ser sozê xwe nasekine û her tim li benda firsendan e, bi peymanan re girêdayî namîne. Ji sala 1974an heta niha li Qibrîsê bi cih bûye û dernakeve. Cihê ku lingê xwe davêjê êdî jê dernakeve û wek malê xwe dibîne. Ew itifaq dixwaze çend probleman safî bike, lê wê hinek problemên din jî bi xwe re bîne".

    EFRÎN XETA SOR E

    Rodî Osman destnîşan kir ku Efrîn xeta wan a sor e û wiha berdewam kir: "Me biryara xwe ji zû de daye. Efrîn xeta me ya sor e, eger ji alîyê dewleta tirk ve rast bi êrişan were, heta dawîyê wê parastin bête kirin û wê bersîveke xurt bête dan.
    Rejîma Sûrîyeyê li dijî derbazbûna Tirkiyeyê derdikeve û dibêje derbazbûna Tirkiyeyê ne meşrû ye. Lê, di heman demê de jî çavên xwe digire. Ji ber ku kurdan wek xeter dibînin. Ew êdî bûye rastîyeke berbiçav. Ew jî dide nîşandan ku rejîma Sûrîyeyê zihnîyeta xwe ne guhertîye. Ji sala 1963an heta roja îro, dema rejîma Bees bû desthilat, kurd xeter didîtin û niha jî wisa dibînin. Di sala 2012an de serokê Sûrîyeyê bi pesindarî behsa kurdan dikir, ew kurdên ku hêvî dan civakên Rojhilata Navîn ku dikarin li hember DAÎŞê li ser pîyan bisekinin, îro dîsa jî alîyê rejîmê ve wek cudahîxwaz û terorîst têne bi navkirin. Nêrîna wan a li ser kurdan nehatîye guhertin. Em dibînin ku li hember kurdan itifaqek hatîye sazkirin".

    ÊRIŞA LI SER EFRÎNÊ LI DIJÎ PRENSÎBÊN RÛSYAYÊ YE

    Derbarê helwesta Rûsyayê ya êrişên gengaz ên li ser Efrînê Rodî Osman dîyar kir ku ew êrişa tirkan a gengaz a li ser Efrînê li dijî sîyaset û prensîbên rûsan dinirxînin û wiha pê de çû: "Rûsya baş dizane helwesta me çawa ye û dizane ku em ê bersîvê bidin. Rûsyayê li ser şerê li dijî terorê bi Tirkiyeyê re itifaq çêkirîye. Rûsya dibîne ku kurd li dijî terorê şer dikin û hewl dide ku kurd di hevdîtinên Astana û Cenevê de û her weha di pêşeroja Sûrîyeyê de beşdar bibin. Em êrişa tirkan a gengaz a li ser Efrînê wek li dijî sîyaset û prensîbên rûsan dinirxînin".

    REQA ŞIKANDINA STÛNA DAÎŞÊ YE

    Rodî Osman derbarê opersyona Reqayê de jî got ku "Opersyona Reqayê êdî bi dawî dibe û rizgarkirina wê di demeke nêz de wê bête ragihandin. Reqa tê wateya şikandina stûna DAÎŞê, lê nayê wateya dawîanîna wê. Herêma Dêrazorê jî dikeve navbera Sûrîye û Iraqê û ji DAÎŞê re pir giring e. Ji bo wê jî eger em dixwazin xetereya DAÎŞê ya li ser bakûrê Sûrîyeyê ji holê rakin, pêwist e ew herêm bête rizgarkirin. Her weha penaberên wê herêmê jî berê xwe didine Rojava. Tenê ji wê herêmê niha li Rojava li dora 250 hezar penaber hene. Rizgarkirina wê herêmê û vegerandina penaberan li pêşîya me wek erkekê ye. Niha rejîma Sûrîyeyê radigihîne ku ew ê wê herêmê rizgar bikin û ji tu hêzan re nahêlin, lê ew herêm bi salan  ji alîyê rejîmê ve hat terkkirin û gelê herêmê di bin zext û îşkenceyên DAÎŞê de man, ji ber wê jî gelê herêmê bawerîya xwe bi rejîmê nayne. Tevlêbûna gelê herêmê di nav HSDê de pir xurt e û di heman demê de jî meclîsa xwe ava kirine. Ji xwe herêmên em rizgar dikin wê ji alîyê meclîsên wan ve bêne rêvebirin".

    JI ASTANAYÊ 4 HERÊMÊN AGIRBESTÊ DERKETIN

    Osman dîyar kir ku hevdîtinên Astanayê ji bo lihevkirina rejîm û opozîsyonê hate destpêkirin û destnîşan kir ku ew lihevkirin hinekê pêş jî ketîye: "Hevdîtinên Astanayê berdewam dikin û DYA jî wek çavdêr tev li hevdîtinan bû. Her weha De Mîstûra jî tev li wan hevdîtinan dibe. Di encamê de 4 herêmên agirbestê jê derketin. Heta niha em ji bo wan hevdîtinan nehatine vexwendin, ku heman tişt ji bo Cenevê jî derbasdar e. Di wan demên Dawîyê de De Mîstûra israr dike ku kurd jî di wan hevdîtinan de beşdar bibin. Rizgarkirina Reqayê jî di krîza Sûrîyeyê de tê wateya qonaxeke nû. Piştî ketina paytexta DAÎŞê ya li Sûrîyeyê, wê pêvajoyeke nû destpê bike. Anku hêzên terorîst têk diçin û tenê hêzên opozîsyon, rejîm û kurd dimînin, ku dikarin dest bi pêvajoyeke nû bikin. Ew jî heta niha di asta daxuyanîyan de ye û tişteke fermî nehatîye ragihandin".

    PARASTINA BAŞÛR ERKA ME YE JÎ

    Nûnerê Rêvebirîya Xweserîya Demokratîk a Rojava li ser referandûma serxwebûnê ya Herêma Kurdistanê de jî wiha got: "Di referandûma Başûrê Kurdistanê de helwesta me wek rêvebirîya bakûrê Sûrîyeyê wisa bû ku ew meseleyeke navxweyî ya di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê de ye. Li Herêma Kurdistanê rêvebirîyeke sîyasî heye û ew biryarê didin. Lê, piştî referandûm hat lidarxistin û ji % 72 niştecîyên herêmê beşdar bûn û ji % 93 gotin erê, ew referandûm meşru ye ji ber ku îradeya gel dide nîşandan. Îro wek rayedarên Başûrê Kurdistanê didin dîyarkirin, dixwazin vê krîza bi hikûmeta Bexdayê re bi rîya dîyalogê çareser bikin û em jî piştgirîya wê yekê dikin.

    Tehdîdên Tirkiye û Îranê dide nîşandan ku neyartîya wan a li hemberê gelê kurd her berdewam e. Tu carî tehemul nakin ku gelê kurd bigihije mafê xwe. Li gor nêrîna me rengê çareserîyê li Sûrîyeyê cuda ye, lê madem îredeya gelê başûr bi wî rengî derket, ku bi Kurdistaneke serbixwe û azad re ne, gereke rêz jê re bête girtin. Lê ew rêzgirtin ji alîyê dewletên navborî ve nehate nîşandan. Ew jî neyratîya wan dîsa dide xuyakirin. Tehdîdên wan ne tenê di gotinê de ne, tehdîdên wan cidî ne. Lihevhatina wan jî li ser fetisandina kurdan e. Ew dewlet li Sûrîyeyê jî li hember kurdan bi hev re tev digerin. Lê, dîsa jî emê bi gelê xwe yê li başûr re bin, derîyên me wê ji wan re vekirî bin û eger başûr rast bi êrişan were, parastina wê  erka me ye jî".

    Bi heman mijarî:

    YPG: Me bi rayedarên rûsî re çareseriya krîza Sûriyeyê axivî
    Şêwirmenda Serokê Sûriyeyê: Em nahêlin YPG bigihîje armancên xwe
    YPG û YPJ hêzêke mezin a leşkerî şand Dêra Zorê (Vîdeo)
    Rûsya bertek nîşanî daxuyaniyên Erdogan dan
    Pûtîn îmze kir: Rûsya êdî dikare leşkerên biyanî bişîne derveyî welêt
    Rûsya: Amerîka penaberan wek mertalên zindî bikar tîne
    Etîketan:
    Rodî Osman, Rojhilata Navîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de