07:10 14 Kanûn 2017
Zindî
    Serokê Komîsyona Ewropayê Jean-Claude Juncker

    Juncker: Em destûrê bidin serxwebûnê dê yên din jî heman tiştî bikin

    © REUTERS/ Vincent Kessler
    Nûçe
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokê Komîsyona Yekîtiya Ewropayê Jean Claude Juncker li zanîngeha Luksembûrgê axîfî û got: Ji ber metirsiya ku dê bizavên cudahîparêz derkevin ez piştgiriyê nadim serxwebûna Katalonyayê.

    Serokê Komîsyona Yekîtiya Ewropayê Jean Claude Juncker ku li zanîngeha Luksembûrgê li ser referandûma serxwebûna Katalonyayê axifî. Juncker diyar kir ku, ragihandina serxwebûnê ji aliyê Katalonya ve, dê wêrekiyê bide herêmên din jî û dê ev yek birêveberiya Yekîtiya Ewropayê têxe nav zehmetiyê ji ber vê yekê jî ew piştgiriya wê nake.

    Li ser mijarê Juncker weha pê de çû: "Heke em destûrê bidin Katalonyayê, ev yek dê li herêmên din jî bibe sedema heman tevgeran, ez vê yekê naxwaz im. Jucker aşkere kir ku ew ji ihtîmala derketina bizavên cudaparêz yên li Ewropa ditirse û ew piştgiriya Serokwezîrê Spanya Marîano Rajoy dike ku rewşa heyî di jêr kontrolê de bigre.
    Juncker li ser meseleya navbeynkariyê jî axifî ku Katalonya piştî referandûma serxwebûnê ji wan xwestibû jî û weha got: Bi xwestina aliyekî tenê navbeynkarî nayê kirin, em wekî komîsyonê li Rajoy ewle ne ku dê vê meseleyê wekî meseleyeke navxweyî çareser bike.

     

    Bi heman mijarî:

    Katalonya 10 nûnertiyên din vedike
    KATALONYA - Serokê serxwebûnxwaz sonda Spanyayê nexwend
    Juncker: YEyê beşdarî Tirkiyeyê nabe, Tirkiye beşdarî YEyê dibe
    Erdogan li Brûkselê wê bi Juncker û Tusk re hevdîtinê pêk bîne
    Ji Juncker bo Trump: Ez jî daxwaza veqetandina Teksasê ji Amerîkayê dikim
    Juncker: Fatûreya Brexitê li Brîtanyayê 50 milyar sterlîn
    Juncker: Ne ku YE naxwaze lê ji ber dilsariya Tirkiyeyê, dibe endambûnê wê pêk neyê
    Etîketan:
    cudatî, piştgirî, Katalonya serxwebûn-, Jean-Claude Juncker, Luksembûrg, Ewropa
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de