07:11 14 Kanûn 2017
Zindî
    Recep Tayyip Erdogan  û Abdullah Gul

    ‘Erdogan dê hilbijartinan pêşwext li dar bixe'

    © Foto: Cumhurbaşkanlığı
    Nûçe
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Kompanyaya Societe Generale ya ku navenda wê li Parîs a Fransayê ye rapora ku derbarê aboriya Tirkiyê de amade kiriye ragihand. Di raporê de aşkere bû ku astengiya vîzayê ya Amerika karîgeriyeke xerab li aboriya Tirkiye yê kiriye û ev yek jî ihtîmala hilbijartinên pêşwext derdixe holê.

    Phoenîx Kalen ê ku tespîtên wî yên rast hene li ser aboriya Tirkiye yê di rapora xwe de aşkere kiriye ku, Serokomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan, dixwaze berî ku aborî têk biçe hilbijartinan li dar bixe.
    Analîstê Societe Generalê Kalen ji veberhênan re pêşniyar kir ku ji devla Lîreyên Tirkiyê ve Rûbleyê Rûsya bikarbînin û weha pê de çû: "Rajena dîplomatîk a ku bilind dibe, şikestebariya Lîreyên Tirkiyê zêdetir dikin. Li Tirkiyê fişarên li ser kredîbilîteya Banqeya Navendî heye ku zêde bibin û eleqeya xwediyên teserûfê hîn jî li ser dovîzê ye. Kalen di rapora xwe de idîa dike ku dê Tirkiye berî wext hilbijartinan li dar bixe.
    XETEREYA HILBIJARTINÊN PÊŞWEXT ZÊDE YE
    Kalênê ku idîa dike ku Serokomarê Tirkiyê û Serokê AKPê Recep Tayip Erdogan dixwaze berî ku aborî têk biçe hilbijartinan li dar bixe diyar kir ku: "Li gel ku rayedarên Tirkiyê her dibêjin hilbijartina berî wext di rojeva me de tuneye jî, şert û mercên aborî, xetereya hilbijartineke pêşwext zêdetir dikin."

     

     

    Bi heman mijarî:

    Tirkiyê nêzîkî hilbijartinên pêşwext dibe
    Şîmon Peres: Encamên hilbijartinên Tirkiyê bi dilê me ye
    Hevseroka KNKê: Bila Barzanî piştî hilbijartinên Tirkiyê kongreya netewî pêk bîne
    ‘Gefên Bexda û Enqereyê propagandeya hilbijartinê ye'
    ‘Rêvebiriya Rojava dîroka hilbijartinê diyar kir'
    Li Rojava hilbijartinê dest pê kir
    Etîketan:
    Xetereya, Pêşwext, Hilbijartin, Societe Generale, Phoenîx Kalen, Tirkiye, Fransa
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de