05:43 23 Cotmeh 2017
Zindî
    İgor Konaşenkov

    Konaşenkov: Amerîka peymana Rûsya û NATOyê bin pê dike

    © Sputnik/ Alexander Vilf
    Nûçe
    Lînkê kurt
    0 1110

    Berdevkê Wezareta Berevaniyê yê Rûsyayê Îgor Konaşenkov ragihand ku pêkhateyên leşkerî yên Amerîkayê yên li dewletên Baltikê, berovajî peymana Rûsya û NATOyê ne. Konaşenkov got, Amerika hema bêje yekîneyeke leşkerî li dewletên Baltikê bi cî kirine.

    Îgor Konaşenkovê ku ji rojnamegeran re axifî diyar kir ku, di dema tetbîqata Zapad-2017an a di navbera Rûsya û Belarûsê de, Amerîkayê bi hîsteriya "ihtîmala êrîşeke Rûsya" li Polonya û dewletên Baltikê duyemîn yekîneya zirxpoş bi cî kirin.

    Konaşenkov aşkere kir ku, teçhîzatên yekîneya sêyemîn ên Amerikayê jî li Polonya û dewletên Baltikê hatine danîn û weha pê de çû: "Li gel daxuyaniyên NATO û Amerîkayê ku gotibûn me hejmareke piçûk a leşkeran şandiye ser sînorên Rûsya, lê niha ne liqayek leşker lê yekîneyeke zirxpoşî ku bi cî kiriye ku Amerîka dikare van leşkerên xwe di nava du saetan de veguhêzê baregeha herî nêz a Amerîkayê. Konaşenkov da zanîn ku Amerîka bi vî awayî peymana NATO û Rûsya binpê dike.

    Bi heman mijarî:

    Konaşenkov: Pergalên hewayî, baregehên Hmeymim û Tertûsê diparêzin
    Konaşenkov: Kesên xweşbîn jî bawer nakin ku îsal Mûsil ji DAIŞê bê rizgarkirin
    Konaşenkov: Me hêzên xwe yên taybet li Misirê bicih nekir
    Konaşenkov: Balafirên rûs li Idlibê nedan
    Konaşenkov: DYA û koalisyon li Sûriyeyê operasyonên nepen lidar dixin
    Konaşenkov: Milîtanên DAIŞê bi alîkariya xwekujan, xeta berevaniya Palmirayê şikandin
    Etîketan:
    Zapad, yekîne, NATO, Amerîka, Îgor Konaşenkov, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de