02:05 22 Cotmeh 2017
Zindî
    Pergala parastina moşekên S-400î

    Rûsya qod ên S-400î nade Tirkiyeyê

    © Sputnik/ Dmitry Vinogradov
    Nûçe
    Lînkê kurt
    0 4430

    Rayedarên rûsî ragehandin ku ew daxuyanîya Wezîrê Karên Dervê yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu ku gotibû; heke Rûsya xwe nede ber hilberîna hevpar em ê kirînê betal bikin, wekî hewldana sepandina fişarê dibînin.

    Çavuşoglu di daxuyaniya xwe ya ku ji rojnameya Akşam ê re ragihandibû de gotibû; "Me li ser prensîbê lihevkir ku em hilberîna hevpar bikin. Heke Rûsya vê qebûl neke, em ê bi welatekî din re li hev bikin. Rojnameya İzvestiya a rûsî ev gotinên Çavuşoglu ji siyasetmedarên rûs pirsîn:

    ‘HEWLDANA SEPANA FIŞARÊ YE'

    Çavkaniyekî ji derdorên dîplomatîk ê Rûsyayê aşekere kir ku, gotinên Çavuşoglu tenê hewldana sepana fişarê ne û weha pê de çû: biryara kirinê ji aliyê wezareta karen derve ve nayê dayîn.

    NABE KU EM QODÊN S-400î BIDIN WELATEKÎ ENDAMÊ NATOYÊ

    Cîgirê Serokê Komîteya Ewlehî û Bergiriyê yê Konseya Federasyona Rûsyayê Frants Klîntsevîç jî diyar kir ku; Enqere dikare moşekên S-400î bikire lê nabe mijara axaftinê jî ku em qodên çekeke ew qasî pêşketî bidin welatekî endamê NATOyê.

    RÛSYA DİKARE DESTÛRA LOKALÎZEKIRINEKE PIÇÛK BIDE LÊ QODAN NADE

    Birêveberê weşanê yê giştî yê Kovara 'Eksport Voorujeniy' Andrey Frolov jî got: ‘Rusya di hilberînê de dikare destûrê bide lokalîzekirineke piçûk lê, qodên S-400î nade.

    Bi heman mijarî:

    Amerîka bi şandina S-400 û Su-35ên Rûsî bo Çînê ket metirsiyê
    Parlamentarê Rûsî: Me S-400 ji Çînê re şandin Tirkiye di dorê de ye
    Wezîrê tirk: S-400 wê entegreye pergala NATOyê nebin
    Moşekên S-400 li Moskowê amadeyi peywira xwe ne
    Moşekên S-400 li Moskowê dest bi wezîfê kirin
    Bahreyn bi sîstemên S-300 û S-400 ên Rûs re elqeder dibin
    Etîketan:
    Hewldan, s-400, Çavuşoglu, qebûl nakin, Andrey Frolov, Frants Klîntsevîç, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de