21:54 23 Cotmeh 2017
Zindî
    Mariya Zaxarova

    Rûsya bertek nîşanî daxuyaniyên Erdogan dan

    Sputnik
    Nûçe
    Lînkê kurt
    0 10430

    Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova, li ser gotinên Serokomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan ku gotibû, "Em Kirimê wekî perçeyekî Rûsyayê nas nakin" got; ev daaxuyaniyên wisa, rastiya ku Kirim axa Rûsyayê naguherînin.

    Di civîna çapemeniyê ya hefteyî de nûçegîhanê Rûdawê ji Zaxarova pirsî ku; gotinên serokomarê Tirkiyê yên Erdogan ku di ziyareta Kirimê de gotibû "Em Kirimê wekî perçeyekî Rûsya nas nakin" dê karîgeriyê li hevkariya Rûsya û Tirkiyê a li Suriyê bike an na? Li ser vê pirsê Zaxarova jî ragihand ku: "Gotine kesekî ku bibêje ez Kirimê nas dikim an jî nas nakim, ev kes her kî dibe bila bibe, rastiya ku Kirim perçeyek ji axên Rûsya yê naguhere." 

    Berdevka Wezaretê weha pê de çû: "Partnerên me ji hev cuda ne. Her yek ji wan xwedî berjewendiyên cuda ye.

    Li rojavayê Ukraynayê di dawiya sala 2013an de protestoyên ku li dijî hikûmetê destpêkiribûn pekiyabûn Kirimê jî. Paşê di referandûma ku di sala 2014an de li darketibû de ji sedî 96ên gelheyê raye xwe ji bo wê yekê dabû ku ji Ukrayna veqetin û bi Rûsyayê ve werin girêdan.

    Lê belê li gel Tirkiyê, dewletên Yekîtiya Ewropa (YE) û Amerîka jî encamên referandûmê nas nakin.

     

    Bi heman mijarî:

    Kirim 3yemîn salvegera ku bi Rûsyayê ve hat girêdan pîroz dike
    Parlementerê brîtanî: Kirim beşeke Rûsyayê ye
    Kremlinê ji bo planên DYAyê ên 'Kirim', 'Donbass' û 'mueyideyan' daxuyanî da
    Lavrov: "Kirim a me ye û tiştekî ku aîdî mirov be mirov nikare ji xwe kire bike"
    Piştî Le Penê got, Kirim a Rûsyayê ye, dibe têketina wê ya Ûkraynayê bê qedexekirin
    "Divê Kirim wek beşekî Rûsyayê bimîne"
    Etîketan:
    nîşandan, bertek, Kirim, Rûsya, Mariya Zaxarova, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de