12:39 20 Hezîran 2018
Jinên kurd bi cil û bergên kurdî

Yo dixwaze bibe zavayê kurdan

© AP Photo / File
Nûçe
Lînkê kurt
0 0 0

Welatiyê Çînî Yo yê ku li bajarê Herêma Kurdistanê Silêmaniyê bi cih bûye dixwaze bi jineke kurd re bizewice.

Yo yê ku tevî 3 kurên xwe ev e 5 sal e li Herêma Kurdistanê dijî û karê parfumeriye dike û di nava gel de weke ‘mirovê qeşeng' tê nas kirin dibêje ku hal û wextê wî li cih e û kêmasiya wî bi têne hevjînek e.

Herwiha Yo radigihîne ku kurê wî yê 37 salî ji bi têcirên kurd re kar dike û dibêje, "Ya rastî fikrê bi cih bûna li Silêmaniyê fikrê kurê min bû. Kurê min got ku madem em bi wir re dan û stendinê dikin, em çima li vir bi cih nabin? Min jî qebûl kir, em li vir bi cih bûn û ta niha em li vir dijîn."

Yo destnîşan dike ku ew ji Kurdistanê hez dike û cih da van gotinan, "Tevî hemû kêşe û qeyranan Silêmaniyê weke keçeke bedew e." Her wiha yo got ku ew jî xwarin û vexwarinên kurdan jî hez dike û dibêje, "Min çend cara nîyet kir lê nebû nesîb, ger ez yekê bibînim û pê re bizewicim dê heta dawiya emre xwe li vir bijîm û careke din  venegerime Çînê."

Bi heman mijarî:

Çîn, keştiya kargoyê şand fezayê
Çîn: Em ne mecbur in li hemberî êrişan Koreya Bakur biparêzin
Çîn û Koreya Bakur û rexne û pêwendiyên wan
Hackeran gef li Rûsya, Çîn, Îran û Koreya Bakur xwar
Tillerson: Ji zêdebûna gefên Koreya Bakur, Rûsya û Çîn berpirs in
Etîketan:
kurdistan, Çin
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de