10:20 13 Kanûn 2017
Zindî
    Operasyan - Şer - Pevçûn - Hêzên Leşkerî - Bajarên Kurdan - Qedexe

    Li Hekariyê 31 herêm dîsa hatin qedexekirin

    © Sputnik/ Salih Turan
    Nûçe
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Walîtiya Hekariyê ragihand ku 31 yek şûnewar yê navend û navçeyan ji bo 15 rojan wekî "herêma ewlehiyê ya taybet" ragihandin.

    Operasyan - Şer - Pevçûn - Hêzên Leşkerî - Bajarên Kurdan - Qedexe
    © Sputnik/ Salih Turan
    Di daxuyaniya walîtiyê de tê gotin ku, ‘êrîşên PKK yên van demên dawî, karîgeriyê li geşedana bajêr a aborî cîvakî dikin. Wekî sedeme qedexeyê jî " ji bo ku niştecih çalakiyên xwe yên aborî û civakî pêk werînin" hatiye nîşandan. Daxuyaniya walîtiyê wisa ye: "Hemwelatiyên me yên ku karîgeriyeke xerab li jiyana wan a rojane dibe, mexdûriyetên mezin dijîn. Walîtiya me ewilê ji bo parastina can û malên hemwelatiyan, ji bo ku aramî û ewlehiya heyî berdewam bike û dewlet û miletê me ji êrîşên terorî were parastin, li herêma me li gor rêzik û qanûnan hemû tevdîran digre.

    Di jêr van tevdîran de li gor Qanûna Herêmên Leşkerî yên Qedexe û Qanûna Herêmên Ewlehiyê navenda bajêr, navçeyên Çelê, Şemzînan, Gewer û 31 herêmên bi ser wan ve heya saet 23.59an ê 25ê Cotmehê wekî "herêmên ewlehiyê ya taybet" hatin diyar kirin.

    Bi heman mijarî:

    Li Colemêrgê dîsa qedexe hat ragihandin
    Li çar taxên Licê qedexe hat ragihandin
    Li Wanê heta 30 rojan qedexe hat ragihandin
    Li 25 herêmên Colemêrgê qedexe hat ragihandin
    Li 11 gundên Êlihê qedexe hat ragihandin
    Li 18 gundê Licê qedexe hat ragihandin
    Etîketan:
    Hekarî
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de